Li Sêrtê Qada Newrozê de HDP’yiyan 80 Deran Govend Li Darxistin

0
2.281 kez

Piştî ku Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) li benda %10an bi dengek %13 bihorî wekî her derên welêt li Sêrtê jî pîrozbahî û şahiyên vê serefiraziyê hatin li darxistin.

 

Pîrozbahiyên serefraziya hilbijartinên 7 Hezîran 2015’an Sêrtê li Qada Newrozê hate li darxistin. Li gel hemû kedkar û rêvebirên  HDP û DBP endamên wekîltiyê beşdarî bernameyê bûn. Her çi qas ji ber ku Îsmaîl Aydın bi dengek gelek kêm wekîltî wenda kiribe jî kêfa wî jî di cî de bû û spasiya xwe ji bo gelê Sêrtê diyar kir. Wekîlê 1. Prof.Dr. Kadrî Yildirim jî spasiya diyar kir û bi kurtasî wiha axifî:” Keştiya Hz. Nuhî de jî 80 zindî hebûn HDP jî îro bi 80 mirovên rengûreng kete meclîsê û ew keştiya Nûh ya hemdem e.” Her wiha Kadî Yildirim derheqê Kobanê de jî wiha got: ” Li Kobanê herî pir ciwanên Sertî şehît ketine, bi vî awayî bajarê Sêrtê cenhevalê bajarê Kobanê ye û bi piştgirya xwe ya hilbijartinan jî cizayek da Erdogan û got Kobanê nakeve lê tu dê bikevî.”

 

Piştî axaftinan koma muzîkên ên Navenda Çanda Mezopotamya ên Sêrtê bi mûzîkên coş Sêrt hejandin û gelê Sêrtê jî her zal û deverên Qada Newrozê kirin ciyê govend û dîlanê. Kameraya SiirttenOte jî di nava qadêgeriya û ev dîmênen coşê derketin holê..

 

SiirttenÖte

 

 

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER