Li Gundê Eynê Şanoyek Gelêrî: Kurtê Kelaşan

0
1.857 kez

Wekî gelek netewên qedîm netewa Kurd jî xwediyê çandeke dewlemend a gelerî ye. Yek ji van dewlemendiyan jî lîstikên di xêl/dawetan de têne leyîstin in. Hinek ji van leyîstokan  li ser teqlîda tiştekî tên nîşandan û xwediyê peyamekî ne. Leyîstokên bi vî şiklî rasterast dibin bingeha şanoya gelerî ya Kurdan.

 

Arîstoteles ku ew mijara agahî dayîna zanîna şanoyê de feylesofê yekemîn e. Di pirtûka xwe ya bi navê “Poetîka” de derheqê derketina şanoyê de ev agahî daye: Şano, teqlîda hereketan e. Û şanoya yekemîn li Yewnan’a Kevin, di şahiyên veydana tiriyên di nava rezan de derketiye holê. Dema di rezan de tirê dihat veydan ji bo ku bereketa mehsûlê zêde be, ayînek olî tê çêkirin û vê ayînê de oldar hawara xwe digihijînin Dyonissos’ê Yezdanê Bereketê. Şano, cara yekem ji teqlîda vê ayîna ji bo bereketa tirê hatî li darxistin de dest pê kiriye. Her wiha hemû şanoyên gelêrî jî heman şiklî de derketine holê. Şanoya gelêrî ya Kurdan de jî heman rewş heye.Di lîstikên ku tên leyîstin de teqlîda tiştekî heye û xwediyê peyamekî ye, ango ne tenê ji bo bihorandina wext tê leyîstin bi lîstokê peyamek watedar jî derdikeve holê.

 

Di vê nivîsarê de em ê lîstikekî ku li gundê Eynê(Bağgöze) ya girêdayî Sêrtê tên leyîstin bidin nasandin.

Gundê Eynê, girêdayê navçeya Dihê(Eruh) ye û gundê herî mezin ê Deşta Mişarê ye. Di vî gundî de wêje/edebiyata devkî hîna jî pir xurt e û zindî ye. Xêl û dawetên Eynê, wekî dawetên hemdem ji rêzê nabihorin. Govend û dîlan her dem banga yekitiyê, jiyîna bi hev re û mildana mil bi mil didin. Çi ciwan û çi kal, bi hev re wê çanda gelêrî didomînin û lîstikên kalan nîşanî wan dayîn ew jî nîşanî nifşên nû dikin. Navê lîstika ku em ê bidin nasîn “Kurtê Kelaşan” e. Beriya ku em zagon û awaya lîstikê vebêjin hinekî li ser navê vê lîstikê agahî bidin:

Kurt, navê çwîkekî ye. Ev çwîk bi xwarina goşt debara xwe dike. Navê wê yên Kurmancî li gorî herêman diguhere û gelek navên wê wekî <sîqalk, keçelok,  îqalka gurî, kergez, kerxur, sîsark, sîsarîk, sîsyareka gurî, sîsalk> hene. Navê latînî yê vê çwîke goştxwar Vultur monaehus, Tirkiya wê akbaba ye.

kurt

Kelaş, ji ber ku peyveke belave ye û pir tê zanîn bi kurtasî em dikarin bêjin laşê mirî ye yanê kelax e. Bi Erebî jê re cesed tê gotin.

 

Belê navê vê lîstokê Kurtê Kelaşan  e û awayê hereketên lîstokê û wateya ku dide jî girêdayî jiyana Kurtê Kelaşan e. Wekî tê zanîn û jorê jî hate diyar kirin, çwîka kurt, kelaşan an jî lawirên zindî, bi taybetî jî lawirên bêparastin û zeîf dixwe.  Di jiyana lawiran de zagona bingehîn ew e ku yên bihêz, yên zeîf dixwin. Lîstokê de jî wateya bingehîn ya peyamê ew e ku di jiyanê de divê mirov bihêz be. Lê bihêzbûn bi tenê serê kesekî nabe. Pêwîst e mirov di mirovên din re têkîlî deyne û hêza xwe bike yek. Bi vê wateyê ev lîstik tê leyîstin û lîstikvanên Kurtê Kelaşan hereketên wekî çwîka kurtê dikin: Lîstikvan li ser çokên xwe li gorî rîtima mûzîkê ( erbane/dahol) êrîşê hevdû dikin û dixwazin goştê reqîbên xwe jê vekin.

 

Di lîstîka Kurtê Kelaşan de tiştek din a balkêş jî ew e ku rasterast hem bi jiyana çwîka kurtê ve hem jî bi hêviya jiyana xweş a bûk û zavê ve girêdayî ye. Di jiyana çwîkên kurtê kelaşan de tenê yek hevjîn heye. Yanê nêr û mêyên kurtê kelaşan dibin yê hevdû û heya mirinê bi yekî din re têkiliyê danaynin. Ev lîstik dema tê leyîstin vê wateya pîroz wekî peyam didin bûk û zavê. Hêvî û pêşniyar dikin ku bûk û zava ji hev re gelek baş bin wekî kurtê, tenê ew yê hev bin wekî kurtê, çav neberdin tu kesên din wekî kurtê, heya mirina bihêz bin û tu kes nikaribe goştên wan bixwe. Wekî kurtê…

kurtê-kelaşan

Fermo, ji we re vîdeoyek ya lîstika Kurtê Kelaşan.

Lêkolîn: M.Hêja KAYRAN

 

Çavkaniya Navê Lîstokê: Sadullah kayar(48) – Sêrt- Dihê- Eynê ( Siirt-Eruh-Bağgöze)

Çavkaniya Vîdeoyê: Veli Can (23) – Sêrt- Dihê- Eynê ( Siirt-Eruh-Bağgöze)

Li Gundê Eynê Şanoyek Gelêrî: Kurtê Kelaşan

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER