Ez Bêjim Hûn Çi Ne?

0
1.799 kez

Ev serikê çendik û çend hezar salan e “gerdûn” poşman bûye ku “zeka”ya xwe teslîmê insanên wek we kirîye. Lê tolhildana mezin a gerdûnê bi saya tekoşerên azadîyê û gelê kedkar nêzing dibe. Aha wê hingê hûn ê di mehkemeya xwezayê de werin darizandin Wê gerdûn halê bêje ji we re:

 

Hûn dizek in!

Ji bo ku kurên we yên simbêlgû zikê xwe mezin bikin û xwe li ser laşên firotî rehet bikin we keda gel xiste di qûtîyên pêlavan de û we xwêhdana gel tevlî gilîza xwe kir. Ev ne bes, vêca we sicadeyên li mizgeftan jî dan kirê û bi serên xwe yên keçelokî we tevzên xwe li ayetên Xudê jî kirin! Hûn nevîyên Ebû Cehîl in!

 

Hûn pîsek in!

Ji we we ye ku “aştî” ûrgenîtî ye, ji we we ye ku “azadî” bi tecawuzê mimkûne, ji we we ye ku “aramî” perexwarin e, ji we we ye ku “şer” mêtina xwîna jinan e, ji we we ye ku “hevaltî” hevfirotin e, ji we we ye ku hûn insan in(!) Teeew, mala minê… Hûn şopgerên Dehaq in!

 

Hûn barbar in!

We bi gemarîya xwe “bîr”a civakan lewitandîye. We bi qanûnên xwe yên kulek “gula cimaetê” bendî kirîye. We tovên bêheysîyet reşandine di zeviyên bêdexil de. We bi “qedexe”yên xwe hesp û hêstir gulebaran kirine, bêsedem. Hûn kûtî û qirêjahîya vê jîyanê ne! Heyt, Decal kezeba we xwaro(!)

 

Hûn bêrûmet in!

Rûmeta we bi tenê zîhnîyeta dewletê ve girêdayî ye. Ew dewleta ku “xwedawend”an kuştî, ew dewleta ku yekem qatilê mezin ê civakê, ew dewleta ku bi marê xwe ya “qanûnî” jinan revandî û mêran hêsîrkirî. Hûn neyarên Îştarê, hevalên Enkî ne!

 

Hûn devgenî ne!

Ji devê we her tim “ferman” dibare. Ên ku guh didin fermanên we jî bi tenê tirsoker û koleyên we ne. Devê we tu carî nebûye layîqê xweşbêjîyê, hûn devdost in. Mejîyên we nameyên heramîyê dermale dikin, hûn ayetên xwînî didin jiberkirin ji mirîdên xwe re ku ew ji we jî devgenîtir in! “Lembe”ya we bi tenê kêrî “diz”an tê.

 

Hûn xwînxwar in!

Çeteyên xwînxwar û tizbilşeytan bi çekên we qetliyam kirin, Rojhilata Navîn bêrûmet kirin, jin kirin kole û li bazaran firotin. Hûn qet ji xwînê têr nebûn! We qirdik û papûsên xwe bi çek û bombeyan ve şandin di nava gelê azadîxwaz û we hey xwîn rijand. Ehrîman bi we şanaz e!

 

Hûn rûreş in!

Rûyê we yê tuneyî ji tu kesî naêşe. Eger hûn bawermend bûna wê “Xuda” ne di devê we de lê wê di dilê we de bûya. Ji roja ku we doza xwînê kirî û vir de, we “dil”ê xwe li Tehtika Qîrê ji dest daye. Lê ku ew dil niha li ba we bûya teqez wê li we bibûya doxilbaşî! Melîk Ehmed Paşa çi be hûn jî ew heram in!

 

Hûn wehş in!

Goştê zarokan li we şêrîn e, lê ew goşt wê ji we re bibe ava zer, kerafî û mizilmewt! Ji we bê hûn ê azadîyê jî têxin di bin tekelê xwe yê sifto de, lê ev ji we zêde ye, ji ber ku êdî Kurdistan baş dizane hûn dijminê azadîyê ne!

Lewre wek nemir Arjen Arî gotî:

“…hûn ê biçin

hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin

hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!

biçin: berî kuç û kevir di we werbin

biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we”

 

17.06.2015

Selamî Esen

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER