Li Sêrtê di rojekî de 15 zarok ji ban ketin

1
816 kez

Di gel destpêkirina hewaya germ a havînê gelê Sêrtê jî wekî bûyî adetek qedîm ji bo razana honik dîsa derketin li ser banan. Hate diyar kirin ku di şevekî de 15 zarokê ku li ser banan razayî ketin û birîndar bûn.

 

Ji nav hemwelatiyên Sêrtê ku li ser bana razayîn de ên piraniya wan zarokên ku temenê wan di navbera 3 û 10 in 15 kes di şevekî de ji banan ketin û birîndar bûn. Hate ragihandin ku zaroka 3 salî ya bi navê Betul Yeşilyurt, doh li navçeya Ziyaret(Weysel Qeranî) ji ban ket û bi giran birîndar bû. Ji ber ku Di Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê de serwîsa zarokan tune ye ew rêkirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîzê.

 

Her wiha 15 zarok şevekî de ji ban ketin û ji derên xwe yên cûrbecûr brîndar bûn.

1 YORUM

CEVAP VER