‘Şervanê biçûk’ ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

0
1.316 kez

ŞIRNEX (DÎHA) – Cenazeyê Şervanê YPG’ê Kol li Silopî ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin. Bavê Kol Saît Kol di merasîmê de got ku kurê wî di temenek biçûk de di mehek pîroz de di şoreşek pîroz de ji bo axa pîroz canê xwe yê pîroz da. Kol anî ziman ku ew bi şehadeta wî serbilind û serfiraz in.

Li navçeya Silopî ya Şirnex Şervanê YPG’ê Îsmaîl Hakki Kol (Robîn Argeş) ê ku di 14’ê hezîranê de di hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de li Silukê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî ji aliyê hezaran ve hat definkirin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî cenazeyê Kol anîn Mizgefta Şehîdan ya li taxa Cûdî û li vir wecîbeyên olî pêk anîn. Piştî wecîbeyên li ciwanan cenazeyê Şervanê YPG’ê Kol hilda ser milê xwe û li gel Parlementerê HDP’ê yê Şirnex Faysal Sariyildiz, hevşaredarên herêma Şirnex, hevserok û rêveberên herêmê, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û bi hezaran welatî ber bi Goristana Şehîdan a li taxa Kobanê ve meşiyan. Di meşê de alên KCK, PKK’ê, YPG’ê YJA-Starê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarê PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û Şervanê YPG’ê Îsmaîl Hakki Kol (Robîn Argeş) hatin hilgirtin. Heya ku girse gehişt goristanê bê navber diruşmên, “Şehîd namirin” , “Ey şehîd rêya te rêya me ye” , “Bijî berxwedana YPG’ê” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin berzkirin. Piştî ku bi hezaran welatî gehiştin goristanê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn.

‘Rûmeta mirovahiyê emanetî Şehîd Robîn Argeş’an e’

Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER’a Cizîrê Mele Qasim Yîgît axivî û sersaxî ji malbata kol û gelê kurd re xwest. Yîgît got ku Kol bi rihê xwe yê ciwan û berxwedêr mizgîniya Hemleya Hezîranê da gelê Botanê û ew dê hertim li pey şopa şehîdên xwe bin.

Piştî Yîgît, Parlementerê HDP’ê yê Şirnex Faysal Sariyidiz jî anî ziman ku di hemleya rizgarkirina Girê Spî de şehîd ketin û ev tişt gotin; “Ev şehadetên mezin in, bar û êşên giranên lê di heman demê de ev şehadet rûmeteka mezin e jî. Ev heval tenê ne rûmeta gelê kurd, rûmeta hemû mirovahiyê diparêzin. Rûmeta mirovahiyê emanetî Şehîd Robîn Argeş’an e.

‘Temenê wan biçûk e lê dilê wan mezin e’

Sariyildiz destnîşan kir ku zarokên kurd bêxîretiyê an jî bindestiyê qebûl nakin û wiha pêde çû; “Zarokên me bi xîret in, temenê wan biçûk e lê dilê wan mezin e. Qehremanên me her yek weke pehlevanekî ye. Dinya hemû bi berxwedana zarokên kurdan qehremantiya kurdan naskir. Divê parastina rûmeta mirovahiyê ne tenê para gelê kurd be. Divê cîhan hemû vê wahşetê bibîne, ev wehlet li hember rûmeta mirovahiyê ye.” Sariyildiz her dawî sersaxî ji malbatê re xwest û got ku ew dê hertim ji bo bicihanîna xeyalên şehîdan têbikoşîn.

‘Di mehek pîroz, şoreşek pîroz de ji bo axek pîroz canê xwe yê pîroz da’

Piştî Sariyildiz bavê Kol, Saît Kol jî got ku wî navê du kesayetên pîroz li kurê xwe kiribû û ev tişt anîn ; “Dema 10’ê adara 99’an hatî dinê min navê Hakki Karer lê kiribû, bavê min jî navê Îsmaîl Pêxember lê kir. Me navê wî kir Îsmaîl Hakki, du navên pîroz. Bi rastî di temenek biçûk de di mehek pîroz, şoreşek pîroz de ji bo axek pîroz canê xwe yê pîroz da. Bi şehadeta wî em serbilind û serfiraz in. Em tu dem ji bo şehadeta wî xemgîn nabin ji ber ku Şehîd Robîn ji bo rizgarkirina axa Kurdistanê canê xwe feda kiriye.”

Bav Kol hemleya rizgarkirina Girê Spî bi bîr xist û got ku piştî şoreşa ku Şehîd Robîn canê xwe feda kirî, encama şoreşê bu serkeftin û ev jî ji bo malbatê pir bi wate ye. Bav Kol herî dawî sipasiyên xwe ji gel re kir û diyar kir ku kurê wî tenê ne şehîdê malbatê lê ew şehîdê hemû gelê kurd e.
Piştî axaftinan dayîka Kol, Zûzan Kol tabûta kurê xwe ramûsand û got ku, “Şervanê min ê biçûk oxir be ji te re” bi van gotinên dayîk Zûzan kêliyên hestiyar hat jiyîn.

Piştî ku cenazeyê Şervanê YPG’ê Kol di nav diruşmên, “Şehîd namirin” definkirin. Welatî çûn serdana konê sersaxiyê yê li taxa Zagroz hatiye vedan.

srnk-19-06-2015-silopi-ypgli-kol-son-yolculuguna-ugurlandi4 srnk-19-06-2015-silopi-ypgli-kol-son-yolculuguna-ugurlandi12 srnk-19-06-2015-silopi-ypgli-kol-son-yolculuguna-ugurlandi3

 

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER