Baydemîr: Gotinên Erdogan neyariya li hemberî kurdan e

0
557 kez

RIHA (DÎHA) – Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan da. Baydemîr got ku tiliya Enqereyê di êrîşa li hemberî Kobanê de heye û ev tişt anî ziman: “Gotinên Erdogan tê wateya neyariya li hemberî kurdan. Divê Enqere dest ji neyariya li hemberî kurdan berde.”

Piştî azadkirina Girê Spî dijberiya li hemberî Rojava û statuya kurdan bi awayekî zelal derket holê. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi gotina “Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê nehêlin ku li bakurê Sûriyeyê dewletek were avakirin” neyariya li hemberî kurdan careke din raxist berçavan. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr bertek nîşanî gotinên Erdogan da. Baydemîr diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ketin Kobanê û li wir komkujî pêk anî. Baydemîr anî ziman ku tiliya gelek aliyan di vê komkujiyê de ne û wiha axivî: “Ligel tiliya gelek deveran têde heye jî, tê dîtin ku tiliya Enqereyê jî di vê komkujiyê de heye.”

‘Erdogan Tirkiyeyê ber bi xetereyê ve dibe’

Baydemîr bertek nîşanî dijberiya Tirkiyeyê ya li hemberî azadkirina Girê Spî da û wiha pê de çû: “Gotinên Erdogan tê wateya neyariya li hemberî kurdan. Manşetên rojnameyên alîgirên hikûmetê û pisporên wê dijberiya xwe ya li hemberî azadkirina Girê Spî tînin ziman. Divê em vê dijberiya wan wekî nîşaneya êrîşa li hemberî Kobanê binirxînin. Gotinên Erdogan Tirkiyeyê ber bi xetereyê ve dibe.”

‘Dê teqez gelê kurd qezenc bikin’

Baydemîr pirsa “Çima hûn ji statuya hemû gel û neteweyan aciz nabin tenê ji statuya kurdan aciz dibin?” ji rayedarên Tirkiyeyê kir û wiha domand: “Wextê li Filîstinê bombeyek diteqe dilê me hemûyan diêşe. Ev neyariya we ya li hemberî Kobanê çi ye? Divê Enqere bi awayekî aşkera dest ji neyariya li hemberî kurdan berde.” Baydemîr anî ziman ku gelê kurd jşyaneke bi rûmet û aştiyê dixwazin û wiha dawî li azaftina xwe anî: “Berxwedana Rojava û Kobanê berxwedana gelan e. Dê teqez mafên xwe bidest bixin û ev gel dê bigihêjin armanca xwe.”

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER