Tek istekleri tutsak olan anne ve babalarına daha yakın olmak

0
701 kez

NUÇA KURDÎ

COLEMÊRG (DÎHA) – Dayîk û bavên 4 zarokê bi navê Yekbun (14), Rojbin (12), Jihat (11) ve Leyla (7) Akdogan ên li gundê Kelaşkê yê Şemzînan dijîn di girtîgehê de ne. Dayîk li Girtîgeha Şirnexê, bav jî li Girtîgeha Orduyê 3 salin tên girtin. 4 zarok jî li cem dapîr û bapîrê xwe dimînin û têkoşîna jiyanê didin. Zarok dixwazin ku dayîk û bavê wan bînin girtîgehekî nêzî wan.

4 zarokên bi navê Yekbun (14), Rojbin (12), Jihat (11) ve Leyla (7) Akdogan ên li gundê Kelaşkê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê dijîn dayîk û bavê wan 3 salin di girtîgehê de ne. Hediye Camiye û Azîz Akdogan 3 sal berê li Kirikdaga Colemêrgê hatin binçavkirin bi îdîaya “alîkariya rêxistinê kirin” hatin girtin û ji her yekî re 6 salî 3 meh cezayê girtîgehê jê re hatin dayîn. Hediye Camiye berê birin Girtîgeha Jinan a Oltu ya Erziromê û pişt re anîn Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, Azîz Akdogan jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Orduyê hatin kirin û li ser vê yêkê zarok jî li cem dapîr û bapîrê xwe man. Zarokên ji bo Cejna Remezanê tu kelcanê najîn bang li Wezareta Dadê kirin ku dayîk û bavê wan neqlî girtîgehekî nêzî wan bikin.

‘Gelo ev e edalet?’

Dapîra zarokan Gurbet Camiye ya ku dilê wê bi pîlê dixebete wiha got: “Di hişê van zarokan de her tim dayîk û bavê wan hene.An bila wan berbidin an jî bila bînin girtîgehekî nêz. Li dibistanê bi pirsgirêkên derûnî re têkoşînê dikin. Heke edalet hebe niha dema wê ye. Ez bi vî halî nikarim berxê xwe bidêmê lê mecbûr im.”

Bapîrê zarokan Salîh Camiye jî diyar kir ku 4 zarokên Cejna Remezanê bêyî dayîk û bavê xwe pêşwazî dikin êdî pirsgirêkên derûnî dijîn û wiha got: “Di sala 2012’an de li Kirikdagê bûyereke çêbû. Polîsan bi ser mala keça min û zavayê min de girtin. Hinek girtin. Nîva şevê ew ji malê girtin û birin. Ev zarok nîva şevê bêxwedî man. Heke wek girt wê demê careyekê ji van zarokan re peyda bikin. Gelo edalet ev e?”

Daxwaza neqlî girtîgehekî nêz bikin

Camiye anî ziman ku pişt re zarok anîn Şemzînan û wiha axivî: “Keça min û zarvayê min sirgûn kirin. Dema me ev 4 zarok dibirin hevdîtinê em gelek pirsgirêk dijîn. Êdî em nikarin biçin hevdîtinê. Piştî hewildanan keça min anîn Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Ji bo vê yek jî 2 hezar û 500 lîra pereyê rêyê min da. Ez dê çawa van zarokan bibim Ordu û Şirnexê. Rewşa me baş nîn e. Rojên borî min ji bavê wan re got, ‘Ez dê duyan bînim’ bavê wan dest bi giriyê kir û got ‘3 salin min nedîtine hemûyan bîne’ Ji xwe cezayên danê bila bînin cihekî nêz. Li Colemêrg û Wanê jî girtîgeh hene. Girtiyên wan in lê bila bînin girtîgehekî nêz. Girtî girtiye. Heye gel perîşan nekin rihet nabin.”

‘Em gelek bîran wan dikin’

Ji zarokan Yekbûn a 14 salî jî xwest ku êdî dayîk û bavê wan serbest berbidin û wiha got: “Em 4 xwîşk û birane û em gelek bîra dayîk û bavê xwe dikin. Ew ji me veqetandin û em bê xwedî man. Em naxwînin û her tim ew di bîra me de ne.” Yekbûn diyar kir ku ew ji bo lêçûnên xwe yên dibistanê pêk bînin pirsgirêkan dijîn û wiha axivî: “Tu alîkariya me nakin. An bila dayîk û bavê me berbidin an jî bila bînin cihekî nêz.”

‘Ez dayîk û bavê xwe dixwazim’

Ji zarokan Rojbîn jî got ji ber dayîk û bavê wan tunene rojên dijwar dijîn û wiha got: “Çend salin ew girtine . Em ji wan dûr in. Leşker hatin û ew ji me girtin. Bila êdî wan bînin cihekî nêz û da ku em biçin hevdîtina wan.”

Zaroka bi navê Leyla ya 7 salî jî got bila dayîk û bavê wan berbidin û wiha got: “Ez gelek nexweş im. Bapîrê me ji me re derman dikire. Bila bavê min bînin cihekî nêz.Ez gelek bîra dayîk û bavê xwe dikim. Ez wan dixwazim.”

 

Hakkari Şemdinli’nin Günyazı köyünde yaşayan ve en büyükleri 14, en küçükleri ise 7 yaşında olan Yekbun, Rojbin, Jihat ve Leyla kardeşler, siyasi gerekçelerle 3 yıldır tutuklu olan anne ve babalarından ayrı. Anneleri Şırnak, babaları ise Ordu’daki bir cezaevinde tutulan çocuklara, dedeleri ve hasta durumdaki anneanneleri bakıyor. Bayrama anne ve babalarından ayrı girmeleri nedeniyle hiçbir heyecan duymayan ve psikolojik sorunlar yaşayan çocukların tek isteği hiç olmazsa anne ve babalarının yakın bir cezaevine nakledilmesi.

 

HABERİN TÜRKÇESİ  

 
Hakkari’nin Şemdinli ilçesi Günyazı (Kelaşkê) köyünde yaşayan Yekbun (14), Rojbin (12), Jihat (11) ve Leyla (7) kardeşlerin anne ve babası cezaevinde. Baba Aziz Akdoğan, imam nikahlı olduğu eşi Hediye Camiye ile 3 yıl önce Hakkari Kırıkdağ’da gözaltına alınarak “örgüte yardım ettikleri” iddiasıyla tutuklandı ve her birine 6 yıl 3 ay hapis cezası verildi.
Tutuklanan anne Hediye Camiye, önce Erzurum Oltu Kadın Cezaevi’ne, ardından da Şırnak T Tipi Cezaevi’ne nakledilirken, baba Aziz Akdoğan ise Ordu M Tipi Kapalı Cezaevi’ne sürgün edilmesi üzerine çocuklar, dedeleri ve hasta anneannelerinin yanında kalmaya başladı.
Resmi nikahlı olmamaları nedeniyle ikisi babalarının resmi nikahlı ilk eşi, diğer ikisi ise annelerinin üzerine kayıtlı olan çiftin çocukları, anne ve babalarından ayrı olarak bayrama girecek olmalarının hüznünü yaşarken, tek istekleri anne ve babalarının Hakkari’ye yakın bir cezaevine nakledilmesi. Bu yüzden Adalet Bakanlığı’na çağrıda bulunan çocuklar, seslerinin duyulmasını bekliyor.
‘Bu mu adaletiniz?’

Anne ve babaları tutsak olduğu için torunlarına bakan anneanne Gurbet Camiye, yaşlı haliyle zorlansa da torunlarına bakmaya mecbur olduğunu dile getirdi. Torunlarının aklında hep anne ve babaları olduğunu aktaran anneanne “Ya artık onları bıraksınlar yada yakın bir yere getirsinler. Torunlarım psikolojik sorunlarla boğuşuyor. Eğer adalet varsa, işte tam da zamanı” diyerek torunlarının yaşadığı zulmün son bulmasını istedi.

Dede Salih Camiye’de Ramazan Bayramı’na girecek olan torunlarının anne ve babalarından ayrı olmasına dönük tepkisini “Hani madem tutukluyorsun bari çocuklara bir çare bulsaydın. Bu mu adaletiniz?” diyerek gösterdi.

Yakın cezaevine nakil talebi

Torunlarını, farklı ve uzak cezaevlerinde olan anne ve babalarının görüşüne götürmekte türlü türlü eziyetler çektiklerini anlatan dede, bu yüzden artık görüşe gidemez olduklarını söyledi.

Uzun uğraşları sonucu tutsak kızının Şırnak T Tipi Cezaevi’ne getirildiğini ve bunun için de 2 bin 500 TL yol harcırah verdiklerini aktaran dede Salih Camiye, içerisinde bulundukları duruma şu sözlerle isyan etti: “Bu çocukları Ordu ve Şırnak’a kadar nasıl götüreceğim. Durumumuz el vermiyor ama götürmek zorundayım. Geçen gün babalarına ‘2 tanesini getireyim’ dedim ama babaları ağladı. ‘3 yıldır görmedim hepsini getir’ dedi. Zaten cezalarını vermişler yakın bir yere getirsinler. Hakkari ve Van’da da cezaevi var. Tutsak, tutsaktır. İlla milleti perişan mı edeceksiniz?”

‘Onları çok özlüyoruz’

Çocuklardan 14 yaşındaki Yekbun, anne ve babasının artık serbest bırakılmasını istiyor.
4 kardeş olarak anne ve babalarını çok özlediklerini ifade eden çocuklardan en büyüğü olan 14 yaşındaki Yekbun, bunu da “Bizi onlardan ayırdılar sahipsiz kaldık. Okuyamıyoruz, aklımızda sürekli onlar var. Onları o kadar özlüyoruz ki sürekli ağlıyoruz” sözleriyle kelimelere döktü.

‘Anne ve babamı istiyorum’

Anne ve babaları olmadığı için zor günler geçirdiklerini dile getiren kardeşlerden Rojbin (12) ise, anne ve babasına olan özlemini “Kaç yıldır onları tutuklamışlar. Onlardan uzağız, yapamıyoruz. Askerler geldiler onları bizden aldılar. Onları yakın bir yere getirsinler ki artık görüşlerine gidebilelim” diyerek dile getirdi.

“Annemi babamı bıraksınlar” diyen 7 yaşındaki Leyla’nın dilinden de “Çok hastayım. Dedemiz bize ilaç alıyor. Babamızı yakın bir yere getirsinler. Götürdüklerinden beri babamın yüzünü hiç görmedim. Babamı, annemi özlüyorum, onları çok istiyorum” sözleri dökülüyor.

Artık anne ve babalarının kavuşmak isteyen çocuklar, seslerinin duyulmasını bekliyor.

Haber: NEDÎM TURFENT

 

 

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER