Li navenda ciwanên SGDF’î lê kombûn teqîn

0
623 kez

RIHA (DÎHA) – Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan, diyar kir ku di nava 300 ciwanên SGDF’î yên ji bo derbasî Kobanê bibin hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê teqînê pêk hat û teqîn ji ber bombeya zîndî pêk hat. Kaplan anî ziman ku li gorî agahiyên di destê wan de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan e.

Li baxçeyê Navenda Çandê ya Amara ya ku 300 endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ku ji bo derbasî Kobanê bibin ji Stenbolê hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê teqîn pêk hat. Dema ciwanan li baxçeyê navendê têkildarî derbasbûna Kobanê de daxuyanî dan çapemeniyê teqîn pêk hat û di encama teqînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Di encama teqînê de baxçeyê navenda çandê vegeriya deryaya xwînê.

Piştî bûyerê gelek ambunlas sewqî cihê bûyerê hatin kirin û kesên birîndar dibin nexweşxaneyê.

Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan hêj li baxçeyê navenda çandê ne.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan têkildarî bûyerê de axivî û îdaî kir ku teqînê ji ber bombeya zîndî pêk hatiye. Kaplan da zanîn ku li gorî agahiyên gihiştine destê wan 50 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûn e.

(bd)

 

urfa-giden-gencler-patlama111

urfa-giden-gencler-patlama222

urfa-giden-gencler-patlama333

urfa-giden-gencler-patlamaaa
(bd)

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER