Qaymeqamê Tatosê jibilî tirkî hemû ziman qedexe kir!

0
457 kez

ERZIROM (DÎHA) – Fermana ku ji aliyê Qaymeqamê Tatosê Lutfullah Un ve ji saziyên dewletê re hate şandin de jibilî tirkî bikaranîna hemû zimanan qedexe kir. Rêxistinên DBP û HDP’ê jî li dijî fermanê nerazîbûn nîşandan û der barê qaymeqam de gilî kirin.

Qaymeqamê Navçeya Tatosa Erziromê Lutfullah Un ji saziyên dewletê re fermanek şand û jibilî tirkî bikaranîn hemû zimanan qedexe kir û daxuyand ku yên ku li dijî vê yekê çavên xwe digirin jî dê bên cezakirin. Fermana ku bi îmzeya elektronîk a dîroka wî 14’ê tebaxê ye hatiye şandin de wiha tê gotin: “Xebatkarên cemaweriyê li qadên aydî cemaweriyê heta ku pêwîst nebe jibilî tirkî zimanên din neyên bikaranîn, amîrên saziyan di vê mijarê de hesas tevbigerin der barê personelên ku li gorî vê yekê tevnagerin de dê karên qanûnî bên kirin. ji bo vê yekê divê kêmasiyek çênebe.”
Rêxistinên DBP û HDP’ê jî li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan û li dijî fermana qaymeqam a skandal nerazîbûn nîşan da. Parlamentera HDP’ê ya Erziromê Seher Akçinar Bayar jî tevli daxuyaniyê bû. Hevserokê HDP’ê yê Tatosê Fatîh Dogan axivî û wiha got: “Li vî navçeyê ji sedî 99 mirovên ku dijîn zimanê xwe yê dayikê kurdî diaxivin, xwe bi vî rengî îfade dikin. Dema ku em pêvajoya dawî ya siyasî li ber çavan digirin ev giştîname wekî yên salên 90’an e. Em vî qedexeyê qebûl nakin û heta ku em bikaribin zimanê xwe yê dayikê li hemû qadên jiyanê de bi aweyeke azad bi kar bînin têkoşîna xwe bidomînin.”

Parlamenter Akçinar Bayar jî diyar kir ku der barê qaymeqam de gilî kirine û ew ê serî li Wezareta Karên Hundir û Walîtiya Erizomê bidin.

 

erz-19-08-15-tekman-kurtce-yasak1

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER