Komên nijadperest derketin nêçira kurdan

0
963 kez

Komên nijadperest ên pevçûn û çalakiya li Oremarê kirin hincet li bajarên Rojava derketin nêçira kurdan. Komên nijadperest bi hevkariya polîsan êrîşî mal û kargehên kurdan û avahiyê HDP’ê dikin. Li Mêrsînê komên nijadperest otobusan didin sekinandin nasnameyan kontrol dikin û ajarokaran derb dikin. Li Antalyayê jî welatiyê bi navê Osman Beştaş bi kêrê hate birîndarkirin, tiliya nûçegihanê DÎHA’yê ku bûyer dişopand şikest.

Piştî polîtîkayên şer ên li Kurdistanê li bajarên rojava jî li dijî kurdan polîtîkayên lincan kete dewreyê. Li Antalya û Mersînê jî nijadperestan êrîşî kurdan kirin. Li herdu bajaran jî li dijî mal û kargehên kurdan êrîşên nijaddperest pêk hat. Komên ku li ser medyaya civakî xwe rêxistin dikin piştî êrîşa li dijî Rêxistina HDP’ê ya Erdemliyê li dijî mal û kargehên kurdan êrîş pêk hat.

Du wesayîtên aydî kurdan li ber çavên polîsan ji aliyê êrîşkaran ve hate şewitandin û xwestin 3 malan jî bi şewitînin. Li ser bûyeran îtfaiyeyê û polîsan tiştek nekirin û komekî jî welatiyên kurd bi kuştinê tehdîd kir.

Piştî êrîşan Hevseroka HDP’ê ya Erdemliyê Selman Gunbat bi rayedaran re hevdîtin pêk anî. Rayedarên polîsan ji Gunbatre gotine ku ew ê tedbîr bigirin lê ligel vê yekê jî komeke riya Antalya û Mêrsînê girt otobusên Oz Diyarbakir, Star Diyarbakir, Van Golu Seyahat û Mardîn Seyahetê dan rawestandin û kontrola nasnameyan kirin.

Polîsan pêşiya êrîşan vekirin

Êrîşkaran ajokarên otobusan jî derb kirin. Hin ajakoran jî ji bo ji êrîşa xilas bibin otobus bi ser komê de ajot vê carê jî ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û pêşiya êrîşa komên nijadperest hate vekirin.

Kesek bi giranî birîndar bû

Li Antalyayê komên nijadperest êrîşî avahiya HDP’ê kirin. Di êrîşê de 5 kes li avahiyê asê man û polîs û komên nijadperest bi hevre êrîşî xebatkarên partiyê kirin. Di êrîşê de 10 kes birîndar bûn û Osman Beştaş bi kêrê bi giranî birîndar bû.Beştaş li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Zanîngeha Akdenîzê hate ameliyatkirin. Xetereya iyanê ya Beştaş hê jî didome.

Tiliya nûçegihanê DÎHA’yê şikest

Li aliyê din nûçegihanê DÎHA’yê Feyyaz Îmrak ê bûyer dişopand jî rastî êrîşa nijadperestan hat. Tîliya Îmrak hate şikest.

Îmrak ji destê nijadperestan xebatkarên HDP’ê xilas kirin. Koma nijadperest demeke dirêj li ber avahiya HDP’ê man û seatên dereng ên şevê ji ber xwe belav bûn.

(sa)

680x680nc-mrs-080915-irkci-saldirilar-geceboyunca-surdu2 680x680nc-mrs-080915-irkci-saldiriler-gece-boyunca-surdu 680x680nc-mrs-080915-irkci-saldiriler-gece-boyunca-surdu6 680x680nc-mrs-080915-irkci-saldiriler-gece-boyunca-surdu8

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER