Îxitidar naxwaze DÎHA rastiyan binivîsîne

0
358 kez

STENBOL (DÎHA) – Piştî ku hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê şer da destpêkirin li dijî ajansa me jî qedexe dest pê kir, rojnmagerên ku li dijî qedexeyê nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku ji ber ku AKP naxwaze DÎHA rastiyan binivîsîne û li dijî sansurê banga têkoşîna hevpar kir

Konsepta şer a ku hikûmeta AKP’ê daye destpêkirin gotina “di dema şer de ewil rastî tên kuştin” tîne hişê mirovan. Piştî ku hikûmeta AKP’ê di 24’ê tîrmehê de şer da destpêkirin heta niha malpera ajansa me DÎHA cara 20’emîn hate qedexekirin. Di pêvajoya ku li dijî çapameniya azad pêkûtî zêde bûn de rojnamegeran li dijî sansura li hemberî DÎHA’yê nerazîbûn nîyandan û banga têkoşîna hevpar kirin.

Rojnamger Ragip Duran diyar kir ku îxtidar ji bo ku rastiyên li dijî berjewendiyê wan bên veşartin li dijî saziyên çapemeniyê sansur û qedexeyêpêk tîne. Duran bilêv kir ku qedexekirina DÎHA’yê ne çareserî ye û bi sedan caran bê qedexekirin jî heme hemû ajansê din jî rastiyê vebêjin qedexekirina rastiyan, rastî ji holê ranake ligel qedexeyan dê bigihîje civakê. DUran gotina nivîskar Noam Chomsyk ya “sansur dê demeke bandorê bike û piştre bandora xwe winda bike” bi bîr xist û nirxandina “sansur dê ancax demeke bi bandor be heta dawî li ser mirovan nikare bandorê bike” kir.

Duran wiha axivî: “Heke li Roboskê, Cizîrê mirinên zarokan çêbûne van bûyeran bi sansurê veşartin vala ye. Ji ber ku hatine jiyîn.” Duran bilêv kir ku li Tirkiyeyê îxtidar rewşa welat wekî baş nîşan dide lê di çapemeniya cihanê de ev tam berovajî vê yekê ye.

Kulelî: Di pêvajoya hilbijartinan çapemeniya kurd tê bêdengkirin

Ji rêveberên TGS’ê Mustafa kulelî jî diyar kir ku qedexeya TÎB’ê bûye pêkanîneke rutîn û bi riya TÎB’ê ji DÎHA’yêre tê gotin ku “em ê bi we rojnamgeriyê nedin kirin.” Kulelî anî ziman ku di pêvajoya ku dê hilbijartin pêk bê de girtina vî biryarê jî balkêş e û hikûmet naxwaze tiştên li bajarên kurdan tên jiyîn bûn bihistin.

‘Têkoşîna hevpar şert e’

Kulelî destnîşan kir ku DÎHA tenê xizmetê kanalekî nake ji gelek saziyên muxalîf re nûçeyan radigihîne û wiha got: “Em di çapemeniya navendî de jî gelek nûçeyên DÎHA’yê dibînin. Çapemeniya navendî logo bi kar neyne jî em dizanin nûçeya DÎHA’yê ye. Ji bo agahdarbûna ji rastiyan divê piştgirî bê dayîn.” Kulelî banga têkoşîna hevpar kir.

‘Em ê rojnamegeriyê bikin’

Ji Ronameya Cumhuriyetê Ceyda Karan jî ev astengkirina DÎHA, rojnameya Cumhuriyetê û sendîka.orgê nayê qebûlkirin û bi taybetî li dijî DÎHA’yê bi salan pêkûtî didomin. Karan wiha got: “Ligel hemû tiştan em ê rojnamgeriyê bidomînin û li cem DÎHA’yê li ber xwe bidin.”

Rojnamger Kardî Gursel jî pêkûtiyên li dijî DÎHA’yê tiştekî ku bê efûkirin nîne, li dijî vê yekê têkoşîna hevpar divê hebe. Gursel got ku divê sansura li dijî DÎHA’yê di qada navneteweyî de bê bihistin.

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER