Ziyaretên Ji bo Piştgiriya SiirttenOte’yê didomin

0
867 kez

Piştî ku ji aliyê TİB’ê ve bê sedem malpera 3 zimanî ya SiirttenOte hate girtin, bertekên hemberê vê biryarê jî xurt bûn. Wekîlê Sêrtê Prof.Dr Kadrî Yildirim, heyeta HDP, Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan, Heyeta DBP û Serokê Şaredariya Sêrtê yê kevin Selîm Sadak, heyeta malpera siirtnews û siirt24  ji bo piştgiriyê ofîsa SiirttenOte’yê ziyaret kirin.

 

SiirttenOte ku venî 5 sal in bi zimanê Tirkî, Kurdî û Erebî weşana xwe dike û di vê mijarê de malper û rojnameya yekemîn e ji aliyê TİB’ê ve bêyî ku nîşanadana sedemê hate asteng kirin. Gelek kesên ku ev biryar bihîstîn zanîn ku ev sepan amadekariya AKP ya pêvajoya şer û hilbijartinê ye. Hemberê vê biryarê nivîskarên siirttenote jî bertek nîşandan û gotin SiirttenOte dê bêdeng nebe.Nivîskarê Siirttenote’yê helbestkar Selamî Esen di malpera xwe ya facebook’ê de berteka xwe wiha anî zimên:

“Ev êrîşa li ser malpera SiirttenOte’yê em şaş nekirin. Jixwe devera ku ‘desthilatdarî’ lê serdest be, deynê têkçûnê têxin li stûyê muxalîfan. Konjonktûra siyasî vî qasî şovenîst be divê bê vê wateyê ku dê berxwedana gel ser bikeve.”

 

 

Bi vê munasebetê Wekîlê Sêrtê Prof.Dr Kadrî Yildirim, heyeta HDP, Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakırhan, Heyeta DBP û Serokê Şaredariya Sêrtê yê kevin Selîm Sadak ji bo piştgiriyê ofîsa SiirttenOte’yê ziyaret kirin  û gotin ku hemberê sansurê em her dem piştgirê rastî û çapemeniya azad in. Herwiha SiirttenOte ew malper e ku bi dehan caran ew kesên ku hatîn ziyaretê jî rexne kiriye.

 

SiirttenOte Bêdeng namîne…

kadri-yildirim-siirten

 

kadri-em

 

zana2

 

sadak2

zana1

SiirttenOte.net

 

 

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER