Şaredarî: “Qurbanên me Ji bo gelên Rojava’yê”

0
499 kez

Şaredariya Sêrtê helmeta xwe ya ji bo gelên Rojava’yê bênvaber didomîne. Helmeta ku piştî wêranbûna Kobanê û Şengalê hatî destpêkirin di Cejna Qurbanê ya vê Salê de jî berdewam dike. Şaredariya Sêrtê bi rêya bilboardan bang li gelê Sêrtê kir ku berdelên Qurbanê ji bo Rojava^yê were dayîn.

 

Şaredariya Sêrtê bi rêya bilboardan diyar kir ku îsal berdelê qurbanekî 600 TL ye. Li ser bilboardan bi Tirkî “Kurban Bağışlarınız Rojava İçin” û bi kurdî jî “Gelên Rojavayê bi Tenê Nehêlin” hate nivîsandin.

Mirovên ku xêrparêz dikarin vê berdelê qurbanekî ku 600 TL ye bi rêya hisabên Komeleya Rojavayê razînin an jî dikarin alikariyên xwe bînin kona alikariyê ku li ber avahiya Şaredariya Sêrt’ê ye. Agahî wiha ne:

 

Nimreyên Hesabên Komeleya Rojava’yê(Rojava Derneği)

Halkbank: TR67 0001 2009 3250 0016 0001 42

Vakıfbank: TR67 0001 5001 5800 7303 5916 20

 

Navenda Veyvdana Qurbanan

Kona alikariyê ku li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Sêrtê hatî li darxistin.

 

Herwiha di bilboardê de hate diyar kirin ku kesên bixwazin bi rêya ALO 185’ê dikarin bi Şaredariyê re derheqê helmetê de bikevin têkiliyê û alikariyên xwe li ber deriyê xwe teslîmê peywirdaran bikin.

 

 

image description

SiirttenOte.net

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER