Wekîlê HDP Alî Haydar Konca dê anjiyo bibe

0
441 kez

Hate diyar kirin ku wekîlê HDP yê Kocaelî Alî Haydar Konca ku heftiya borî ji Wezareta Yekitiya Ewropa’yê îstifa kirî ji ber êşa singê xwe û qelîqîna dilê xwe bi hevaltiya hevjîna xwe çû Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanê ya Zanîngeha Kocaelî’yê.

 

Piştî tetkîkên bijîşkan xuya bû ku îxtimala qeyrana dil rû daye û divê ku Konca anjiyo bibe. Hevserokê Rêxistina HDP ya Kocaelî Mehmet Akgul jî di derheqê rewşa Konca de daxuyanî da û wiha got: ” Niha pirsgirêkek xeter xuya nake. Dê anjiyo bibe. Rewşa wî tê şopandin. Berê pê re stent hebûne, ji ber wê sedemê kontrol û anjiyo dê bên kirin.”

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER