Derhêner Zekî Demîrkubuz: “Ez ne HDPyî me, lê ez mecbûr im ku dengê xwe bidim HDPê”

0
291 kez

Derhêner Zekî Demîrkubuz, bi rojnamevana Hurriyetê Çınar Oskay’ê re hevpeyvinek kir. Demîrkubuz di vê hevpeyvînê de daxuyaniyên gelek balkêş dan. Di derheqê bûyera Gezî û hilbijartinên 7ê Hezîranê de nêrînên xwe anî zimên û got ku ez ne HDPyî me, lê ez mecbûr im ku dengê xwe bidim HDPê.

 

‘Gezî tevgerek hestiyar û bi rûmet bû’

Derhêner Demîrkubuz,  AK Trol û çapemeniya ku bi çavkorî piştgiriya desthilatdariyê dikin rexne kir û derheqê bûyera Gezi’yê de wiha got: “Gezî tevgerek hestiyar û birûmet bû. Heke tevgerek bi wî rengî li Tirkiyê bikaribûya birêxistin bibe di sala 1980’an de şûna cuntaya 12 Îlonê dê şoreşek sosyalîst pêk bihata. Mixabin miletê me ne ew gel e ku ji bo dinyayek xweştir xwe birêxistin bike. Enceq bikaribe bûyerek wekî Gezi’yê bi hestiyarî û demkurt bimeşîne.

 

‘Bi êrîşa rojnameyê re carekî dî li Tirkiyê hiqûq hate bin pê kirin’

Derhênerê ku serdegirtina rojnameya Hurriyetê nirxandî halê şitexilî: ” Heke wiha bidome, piştî salekî mesela yek dikare bêje ‘Tu nikarî têra xwe temsîliyeta me bikî” û xaniyê Abullah Gul bide li ber keviran, û tiştekî bîne li serê Ahmet Davutoglu. Asta piştî vê ev e. Dema carekî hiqûq hate bin pê kirin êdî ew tiştek tune ye û derew e. Di wan rojan de carekî dî hiqûq hate bin pê kirin. Ahmet Hakan enceq karî ku gel dawetî aqlê selîm bike. Sûnc tê kirin birayê min, aqlê selîm ê çi! Rewş, evqas trajîk, ewqas xembar e.

Ez ne HDPyî me, lê ez mecbûr im ku dengê xwe bidim HDPê

Demirkubuz,  hemberê pirsa “Hûn ê di hilbijartinên 1ê Mijdarê de dengê xwe bidin kê?” ev bersîv da :”Hinek  rabin wisa tevbigerin ku qay HDP ne partiyeke vî welatî ye, qay ne li gorî zagonên vî welatî hatiye damezrandin û bixwazin bi van tiştan pozberiyê bikin bila bizanin ku ku kesên wekî min tiştek halê qebûl nakin. Ez ne HDPyî me, lê ez mecbûr im ku dengê xwe bidim HDPê. Sibê evqas neheqî li AKP û MHP bê kirin ez ê dengê xwe bidim wan jî.

 

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER