Di çanda Eşîra Reşî ya Kurdên Qonyayê de ‘Şîn’

1
834 kez

Dilê min yane yane“, „kesera min daye ser keserê“… Ev yek ji peyv û hevokên di nav şînên kurdên Anatolyaya Navîn de tên gotin hatine hilbijartin. Li wir di dema şînê de, bi taybetî jin distirên. Mêr û jin şînê ji hev cuda dikin lê carinan mêr jî dikevin nav şîna jinan, dema ku dixwazin jinek ji wan re bistire (zêmarekê bêje. –zêmar li ser miriyan tê gotin.). gava mêr distirên, tiştekî balkêş û kêm tê peydekirin e. Dema ku mêrek distirê, wê gavê her kes dizane ku dilê wî gelekî dişewite û ew bi windakirina kesê/kesa ku jiyana xwe ji dest daye gelekî diêşe.

 

Şîn tim bi heman awayî dest pê dikin û diqedin. Mêr û jin li xaniyên/malên cuda rûdinin. Pir caran mêren ji mala kesê/kesa mirî li der ve kesên tên sersaxiyê pêşwazî dikin. Li odeya jin lê rûdinin, xwediyên malê li jorê cih digrin. Jina distirê/jinên distirên, ji aliyê jinên hatine sersaxiyê ve tê/tên hemêzkirin. Ev rewş carinan kurt diajo, carinan jî ya hatiye sersaxiyê û ya distirê beramberî li hev vedigerînin. Bi vî awayî şîn ji sibê heta êvarî dewam dike.

 

Di nav stranên şînê de, bi taybetî pesindana qencî û jêhatiniyên kesê/kesa jiyana xwe ji dest daye tên gotin. Pirî caran bedewî, jîrbûn yan jî kesayeta kesê/kesa jiyana xwe ji dest daye veng tê pêşkêşkirin: „Ez bi qurbana delalikê xwe bim“, „etika xwe bi qurban“, „delalê“, „xezalê“, „kenabarê“, „qubarê“, „birayê min ê sifreya xwe ji postê beranan“, „bêkes ê/bê bavan ê“, „kekê min suwarê hespan e“, „kesî min di wê malê de nema“, „heta ku ez dimirim, ez ê wê êşê bikişînim“, „koma bê xwedan ma“, „heta ku ez ê li dinê bim, ez ê bêjim dayê“, „ez bi qurbana goristana xelika ku kekê min lê ramediye (raketiye)“,“ew çi derb e ku li me xistiye“ „xangê xwe kor be“! Ev tev tenê çend ji wan pesindan û gazincan in.

Kevneşopiyeke gelekî balkêş jî ew e; kinc yan jî wêneyê kesê/kesa mirî, di nav şînê de tê bikaranîn. Wek mînak; dema jin distirên, wan dihejînin an maç dikin. Jin diqîrin, rûyê xwe bi qerpeşûyan xwîn dikin, porê xwe hil dikin û bi vî awahî dixwazin êşa dikişînin bidin der.

 

Di nav şînan de, ji aliyê xwediyên malê ve, rojê sê caran nan tê dayîn. Pir caran cîran û meriyên yê/ya jiyana xwe ji dest daye jî xwarinan dikelînin û yên hatine sersaxiyê dikin nîvan. Lê di roja şînê ya sêyemîn de, nan (xwarin û vexwarin) ji aliya mala xwediyê şînê ve tê amadekirin. Ji vî nanî re dibêjin nanê sisê. Di vê rojê de, nan bi taybetî bi navê yê/ya jiyana xwe ji dest daye te çêkirin û bi navê wî/wê tê belavkirin. Ji bilî vê, hefteyekê her êvar, nanê yê/ya mirî ji malê derdixin, yanê nanê yê/ya jiyana xwe ji dest daye, didin malake xizan.

 

Di rojên şînê de, temaşekirina li televîzyonê û guhdarîkirina li radyo qedexe ye. Piraniya malbatan piştî 10-15 rojan dîsa televîzyon û radyoyên xwe bi kar tînin. Berê malbata dilşikestî, heta nanê çilê dernediket, ne televîzyon ne jî radyo bi kar dianîn, ne jî serê xwe dişuştin, ne jî mêran por û riha xwe kur dikirin. Tê bîra min, pir caran spi diketin wan. Di roja çelemîn de jî, dîsa nan tê kelandin û malbat, cîran û heval tên cem hev. Bi wî awayî yê/ya ku jiyana xwe ji dest daye, tê bîranîn. Mêrên ji malbata yê/ya jiyana xwe ji dest daye, piştî ew çel roj teva dibe, nû por û riha xwe kur dikin. Berê heta ev çel roja teva nedibû, kesî kincên rengîn li xwe nedikir. Lê Îro zêde kes vê kevneşopiyê bi cih nayne. Ger yê/ya mirî pir bi ciwanî miribe, xizmên wî/wê, reşiyên xwe girê didin, lê ew kevneşopî êdî kêmpeyde ye.

 

Li Anatolya Navîn êşa kûr salakê didome. Yê/ya mirî ji salakê şûn de, dîsa bi awayekî dayîna nan û komkirina malbat, cîran û meriyên xwe, tê bîranin. Her wisa li eyd û erefe tê yad kirin. Eyda yekem dîsa wekî rojên şînê derbas dibe. Di wan rojên cejnê yên mirov bi taybetî dilgeş dibin de, tinebûna yê/ya mirî tê ber çavên malbat û cîranan û ew roj bi wan gelekî bi êş û xemgînî derbas dibin.

 

Xêr ji girî peşveyî halê mirov, peşveyî civakê ye jî. Mirov dikare her dem di nav gazinc û girî de beşên ji dîroka wî/wê jî bibîne. Bi tinebûn, sirgûnî û têkoşîna li hemberî wan hatîye dayîn û hîn jî tê meşandin, di nav şînên kurdên Anatolya Navîn de heye. Gazind, girî bi awayekî dibin ziman û hewara civakên hatine sirgûnkirin. Loma her çiqasî adet û awayê şînan dibin qurbana civakên nûjen jî, di nav kurdên Anatolya Navîn de cihê wan grîng û watedar e.

Fatoş Koyuncuer

@FKoyuncuer

1 YORUM

  1. Bi vê nivîsa zanistî a derheqê folklora kurdên Qonyayê nivîskarê pîroz dikim. Yezdan mêra di şînan de nede strandin û porên jinan nede hilkişandin….

    Nivîsek balkeş bifeyde û zanyarî bû, hêvî dikim ku berdewama nivîsên bi vî rengî were..

CEVAP VER