Ji Platforma KESK a Sêrt’ê hemberê Komkujiya Enqere’yê Çalakî

0
1.261 kez

Platforma KESK a Sêrtê, hemberê komkujiya Enqere’yê çalakiya meşê, daxuyanî û rûniştinê  li darxist. Nêzikê hezaran hemwelatî û endamên KESK’ê tevlî çalakiyan bûn.

 

Komkujiya 10’ê Kewçerê ya li Enqere’yê ku ji sedan zêdetir mirov wê derê bûn şehîdê aşitiyê û bi sedan kes brîndar ket, îro li Sêrt’ê hate şermezar kirin.  Çalakî ji aliyê KESK’ê ve hate li darxistin. Demjimêr di 11:30’an de endamên KESK’ê ber bi avahiya xwe heyanî pêşiya Navenda Kızılay’ê meşiyan. Ev meş, bi maxaneya çepik û sloganan ji aliyê hêzên polêsan ve du caran hate asteng kirin, lê ji ber kemaliya çalakvanan alozî zêde dom nekir û meşa bêdeng gihişte cihê daxuyaniyê. Endamên KESK’ê û hemwelatiyên Sêrtî û gelek endamên sazî,rêxistin, komele û partiyên siyasî li ebr avahiya Kızılay’ê gihiştin hevdû û li vir daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin.

kesk-siirt-ankara-protesto1

Wekîlê HDP ya Sêrtê Hatice Seviptekîn, Hevseroka Şaredariya Sêrt’ê Belkiza Beştaş Epozdemir, Rêvebirên DBP û HDP, Rêvebirê Meclîsa Aşitiyê Ekrem Bîlek, rêvebirên CHP û gelek saziyên din tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

kesk-siirt-ankara-protesto2

Daxuyanî ji aliyê endamê KESK’ê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku faîlên vê komkujiyê diyar in: kujerên Amed û Pîrsûs’ê kî bin kujerên Enqere’yê jî ew in. Û ev êrîş dê tu caran negihije armanca xwe, tevgera demokrasiyê tu caran dê paşve neçe û netirse. Zextên AKP dê nekaribe meşa azad3ı û demorkasiyê rawestîne û herwiha dê roja dadgeh kirina kujeran jî di demekî nêzik de wê were.

kesk-siirt-ankara-protesto3

Piştî xwendiya daxuyaniyê çalakvan aqî 15 dq. çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiya rûniştinê de bavê şehîdên aşitiyê yek û yek hatin xwendin û çalakvan jî nemirbûna wan bi dengê “Burada(Li vir e)” îlan kirin.

 

Di çalakiya runiştinê de tiştek din a balkêş ev bû ku: zarokekî 10 salî ku tevlî çalakiyê bibû, sloganên ji dil digotin û çalakvan jî ew slogan dubare dikirin. Lê ya balkeş ev bu ku ew slogan enceq li gorî temenê wî zarokî bûn û agahiyên şaş jî dinav xwe dihewandin. mînak “Gelê Enqere’yê ne bi tenê ye (Ankara halkı yalnız değildir)”; ” Katil Erdogan işbirlikçi AKP”; “Bijî Berxwedana li Enqere (Yaşasın Ankara Direnişi”, “Bila destê dirêjî aşitiyê bibin bişkin (Barışa uzanan eller kırılsın)” Wekî tê dîtin ku ev slogan bi temamî di zihnê zarokan de diborin û li gorî zanîna xwe tiştên wisa dibêjin.

kesk-siirt-ankara-protesto4

Piştî çalakiya rûniştinê kesên ku tevlî çalakiyê bûyîn li ser xwesteka berpirsiyarên çalakiyê bêdeng belavbûn. Lê ew zarokên sloganbêj, piştî çalakiyê îcar bi sloganên radîkal wek “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne, Bê serok jiyan nabe” di nava kolanên Sêrt’ê de ji çavan dûr bûn.

SiirttenOTE

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER