Bombeyê Zindî yê Enqere û yê Pîrsûs’ê birayê hevdû ne.

0
698 kez

Kujerek a komkujiya Enqere’yê diyar bû. Wekî tê zanîn komkujiya roja Şemiyê li Enqere’yê pêk hatî bibû sedema canê 97 mirovan. Ku Ew mirov ji bo rawestandina şer ji bo aşitiyê li wir gihiştibûn hevdû.

Piştî komkujiyê Ewlekariya Tirkiyê lêpirsîn da destpêkirin û nasnameya kujerekî tespît kir. di encama lêkolînên li sen DNA û dîmenên kamerayan de derket holê ku navê kujerekî Yunus Emre Alagoz e. Yunus Emre Alagoz birayê Şeyh Abdurrahman Alagoz’ê bombeyê zindî yê Pîrsûsê ye. Ew her dû kujerên wehş jî endamên rêxistina wehşan yanê endamên DAIŞ’ê ne.

Hate îddia kirin ku her du bombeyên zindî 2 roj beriya komkujiyê ji Suriyê di sînorên Tirkiyê re derbas bûn û ji bo ku balê nekişînin li ser xwe li gel çalakvanên mîtînga aşitiyê hatin.

Niha raya giştî li benda vê pirsê ne.

 Yunus Emre Alagoz bi rehetî çawa ji sînor derbas bû hat û îstixbarata Tirkiyê di xewê de bû?

 

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER