Di ziyaretên Bakirhan a li gundên Sêrtê de dîmenên rengîn

0
1.068 kez

Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan, di nav xebata gerîna gundan de doh gundên girêdayî navçeya navendê ziyaret kir.

Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan, Seroka Meclîsa Giştî ya Bajêr Hatice Tay, Rêvebirên HDP û DBP, endamên meclîsên şaredariyê û yên bajêr bi hev re li gundên girêdayî navenda Sêrtê ziyaret kirin. Di vê çarçoveyê de gundên Tanzê, Kewex, Seyfiyê, Mutit, Çemepirê, Gerêweşê, Kelhok, Billoris hatin ziyaret kirin.

Heyeta ku bi rêberiya Hevserok Bakirhan ve çûyîn ziyareta gundan bi ji aliyê hemwelatiyên van gundan ve bi eleqeyek nêzik hatin pêşwazî kirin. Heyet li van gundan bi gel re sihbet kir û pirsgirêkên wan guhdar kir.

Dema heyet gihişt gundê Gundêk’ê li wir hat dîtin ku li wir dema dema çêkirina difsê ye. Bakirhan û yên bi wî re li ser çêkirina difsê ji hemwelatiyan agahî standin û bi wan re ketin sihbetek bi kêyf.

Piştî wê heyet çû gundê Çemêpirê. Li gundê Çemêpirê Azra’ya 3 salî bi kulîlkan hevserokê Şaredariya Sêrtê Bakirhan pêşwazî kir. Ez dîmenê şêrîn rûyê hemû mêvanên gund kenand û bextewar kir. Li vir jî heyet bi mixtar û gundiyan re li ser pirsgirêkên Çemêpirê axatfin û Bakirhan xwestek û pêşniyarên wan guhdar kir.

Bakirhan di axaftinên xwe yên ziyareta di van gundan de got ku çi qas ji destên wan bê, derfteên wan çi qas rê bide ew ê xwestekên van gundan bînin cih, bi her awayî piştgirî û alikariya van gundan bikin. Di heman demê de Tuncer Bakirhan ji ber eleqeya germ ku hemwelatiyên van gundan nîşan dayî spasiya xwe diyar kir.

siirttenote

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER