Li Sêrt’a Botan’ê Çanda Sitrancê Pir Zindî ye

0
1.030 kez

Li Sêrt’a Botan’ê çanda sitrancê ya di dîroka Kurdan de cihekî girîng digire di nava gel de hîna jî pir zindî ye.

Binê Mizgefta mezin a sûka Sêrtê di hewşekî de 3-4 qewhexane hene. Ciwan û kalên Sêrtî di van qehwexaneyan de têne hemberê hev û sitrancê dileyzin. Ku sitranc ew lîstik e ku ji fesaneya mîtolojîk a Kurd Memê Alan em bigirin heya demên nêzik ên dîrokê de di nav mîrên Kurdan de lîstikek pir girîng bûye. Her wiha mîrê hukumet an jî eşîrên Kurdan ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan sitranc bi kar anîne û heq dane serkeftiyê sitrancê. Wekî tê zanîn Mem ji bo gihiştina Zîn’ê bi mîr re sitranc leyîstibû.

Îro li Sert’ê hem bi avayekî bi rêxistînî saziya Sitrancê heye hem jî bi avayekî gelêrî di vê hewşa qehwexaneyê de çanda sitrancê bênavber berdewam dike.

 

siirttenote

 

 

 

 

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER