Dengê xîzara daran, fetisand yekşema Sêrtiyan

0
1.123 kez

Wekî li her derê welêt li Sêrtê jî dem, ber bi zivistanê ve diherike.. Amadekariyên gel jî li gorî wê dest pê kirin. Malbatên ku bi xaniyê xwe sobeyê germ dikin dixwazin ku darên ji şewatê jî li gorî sobeyê bê hûr kirin.

 

Li Sêrtê dema zivistan nêzik dibe hemwelatiyên ku xaniyê wan bi sobeyê germ dibe ji bo zivistanê darên xwe amade dikin. Îcar li derveyê bajêr qadên darfiroşan hene ku dar li wir bi pisporî têne hûr kirin û her kes dikare here darên amade bikire; lê hinek malbat jî darên xwe yên hûrnekirî tînin li ber mala xwe vala dikin û bi xîzarê wan nava bajêr de hûr dikin. Ev yek ji ber dengê bilind aciziyek mezin derdixe holê. Ji ber ku dengê xîzarê yê bilind qasê 500m^2 dike di bin bandore xwe û hemwelatiyên li mala xwe an jî kolanan pê gelek aciz dibin.

 

Va ye îro roja yekşemê ye lê dengê xîzarê li ser esîmanên Sêrtê ketiye. Yekşem ji Sêrtiyan re nema. Ji ber dengê bilind çi zarok çi karmend û xwendekarên di betlanayê de ne nikarin xeweke xweş razin. Fermo ev dîmen saet 08.40’an li Kolana Şexmûsa hate kişandin. Gelê Sêrtî yên ji van tiştan aciz in dixwazin ku dar li derveyê bajêr bête hûr kirin. Qet nebe roja Yekşemê miheqeq bê qedexe kirin.

 

Siirttenote

Malpera Pir Zimanî

 

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER