‘Xwedê heye xem tune ye, mirin heye rev tune ye’

0
992 kez

AMED (DÎHA) – Pîra 80 salî Zekiye Oralik bi gotina “Xwedê heye xem tune ye, mirin heye rev tune ye” berxwedana gel a li hemberî terora dewletê ku 12 rojan li ser Farqînê meşand raxist ber çavana. Oralik diyar kir ku Ew çi bikin jî ez ji xaniyê xwe dernakeve û wiha axivî: “Heke min min di hundirê xanî de jî gulebaran bikin jî ez dîsa terka xaniyê xwe nakim.”

Hêzên dewletê 12 rojan bi tank, top û wesayîtên zirxî êrîşî Farqînê kirin û di encamê de li ber berxwedana Farqînê şikestin.
Pîra 80 salî Zekiye Oralik yek ji berxwedêra navçeya Farqîna Amedê ye. Oralik ligel hevjînê wê di nexweşxaneyê de bû jî eê xaniyê xwe yê taxa Tekelê terk nekir û bi nanê kufikî heta dawiyê li ber xwe da. Oralik diyar kir ku wê nanê kufikî û hişt dixist nav avê û dawiyê dixwar. Ligel êrîşên hovan û dijwar ên hêzên dewletê jî pîra 80 salî Oralik hêviya serkeftinê di çavên wê de dibiriqin û wekî rojên berê bi biryar e. Oralik bi têkçûna dorpêçê re kêfxweşiya xwe bi van hevokan anî ziman: “Xwedê heye xem tune ye, mirin heye rev tune ye.”

‘Bila gule di xaniyê min de li min bikeve’

Oralik bi rûkeniya xwe got ku ji ber elektrîk hatibû qutkirin wê sobeya êzingan dada û bi xwarina li malê hebû li ser piyan maye û wiha pê de çû: “Ez ji xaniyê xwe dernakevim. Bila gule were di xaniyê min de li min bike.” Oralik kêfxweşiya xwe ya li hemberî têkçûna êrîşan anî ziman.

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER