Li Agiriyê dadgeh û malbatan 64 zarokên keç bi zorê dan zewicandin!

0
339 kez

AGIRÎ (DÎHA) – Li Agiriyê di nav sala dawî de 64 zarokên keç bi destûra malbat û dadgehan, bi zorê hatine zewicandin. Li gel van hejmarên fermî, ji ber ku li bajêr gelek zarokên keç jî bi “mehra olî” têne zewicandin, tabloya derdikeve holê hîn girantir e.

Li cîhanê li gorî daneyên fermî di nav salekê de nêzîkê 14 mîlyon keçên biçûk bi zorê tên zewicandin. Li navenda Agiriyê jî derket holê ku di nav sala dawî de li gorî daneyên fermî 64 keçên biçûk ên 16-17 salî hatine zewicandin. Keçên biçûk, an temenê wan hatine mezin kirin an jî malbatan serî li dadgehan dane û bi biryarên dadgehê hatine zewicandin.

Malbat û dadgeh biryara zewacê didin!

Dema ji bilî zewacên fermî, mirov li zewacên ku bi “mehra olî” hatine kirin jî dinêre ev hêjmar di nav salekê de tenê li navenda bajêr derdikeve 3-4 qatan. Li gorî agahiyên fermî ku hatin wergirtin di nav vê salê de malbatên 64 zarokên keç ên biçûk, serî li Daîreya Zewacê ya Şaredariya Agiriyê dane û di çarçoveya biryara darazê û bi destûra malbatan hatine zewicandin. Her wiha dîsa li gorî agahiyên hatin bi dest xistin 5 zarokên keç ên 16 salî jî ji bo ku bên zewicandin bi biryara dadgehê temenê wan hatine mezinkirin û hatine zewicandin.

Li gorî daneyan di meha çileyê 4, sibatê 6, adarê 8, nîsanê 4, gulanê 2, hezîranê 1, tîrmehê 6, tebaxê 9, îlonê 5, cotmehê 9, mijdarê 7, kanûnê 3 keçên zarok an bi biryara dadgehê an jî bi destûra malbatê hatine zewicandin.

Ligel van agahiyan tê texmînkirin tevî hêjmara zarokên keç ên li navçeyên Agiriyê bi zorê tên zewicandin, ev hêjmar derdikeve asteke mezin.

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER