Mîrê Kemença Kurdistanê: Miradê Kinê

0
1.587 kez

Miradê Kinê di sala 1943’an de li gundê Gêra Cehfer ku li ser Kercewsê (Gercüş) ye hatiye dinê. Mirado kurê Ferho, Ferho jî kurê Ahmedê Îsayê Kinê ye..

 

Filozofê Navdar Thales bi gotina “Kesên ku stranan ji welatekî re çêdikin, ji mirovên ku qanûnan saz dikin hêjatir in”balê dikşîne ser rola hunermendan. Pirtirîn hunermendên Kurd bûne wekî pirekê û dîrok, çand û huner anîne heta roja me, parastine. Ziman bipêşxistine.
Huner, ji hebûna mirovatiyê hetanî îro bûye şêweya hest û fikran. Bûye rêya derbirîna tirs, fikar, xweşî û hêviyên mirovan û jiyanê. Her dîrokek jî bûye şahidê bobelat û qewimînên bêjimar. Ev qewimîn gelek caran bi awayekî stemkarane di bin kavilê hilweşiyayî yê dîrokê de bêkes, bêxwedî, bêpar hatiye hiştin û tune bûye. Lê hin hunermend hene ku bi hunera xwe ew çend qewimînên ku hatine tunekirin, ji bin kavilê dîrokê derxistine û vejandine.
Hunermendên bi vî awayî dîrokê ji nû ve dinivîsin, herwiha navê xwe jî li ser pelên dîrokê bi tîpên zêrîn qeyd dikin.Yek ji wan jî hunermendê nemir, stranbêjê Kurd Miradê Kinê ye. Mirado di kilam û lawikên xwe yên tije hest de bûyerên dîrokî yên hatine veşartin û tunekirin jî bilêv dike. Herwiha bûyerên herî biêş ên serdemên dîrokî dîsa bi dengê xwe yê xembar, jana xwe li têlên ribabê bar dike û vedijîne.
Miradê Kinê di sala 1943’an de li gundê Gêra Cehfer ku li ser Kercewsê (Gercüş) ye hatiye dinê. Mirado kurê Ferho, Ferho jî kurê Ahmedê Îsayê Kinê ye. Îsayê Kinê berî sedsalan ji Binxetê hatiyê herêma Torê bicih bûye û dengbêjiya Mîrê Botan kiriye. Ew bi eslê xwe ji derdora Şengalê ye. Miradê Kinê hetanî hivde saliya xwe bi malbata xwe re li gund jiyaye. Piştî hivde saliya xwe ji gund diçin Kerboran û li wir bicih dibin. Mirado di biçûkatiya xwe de bêtir bi ap û bavê xwe re dem derbaskiriye. Malbata wî bixwe di zargotina Kurdî de reng û dewlemendiyek hêja ye. Hêj di panzde saliya xwe de weke hunermendekî xweser û profesyonel li ser muzîk û ribabê rawestiyaye û baş fêr bûye.

Mîrê Ribabê

Rojeke Mirad li gel apê xwe Ûsiv (ap û xezûrê Mirad) diçin Binxetê li mala pismamekî xwe dibin mêvan. Civat digere û Ûsiv jî ji wan re stranan dibêje. Tê gotin Ûsiv hunermendekî mezin bû. Civat pirsa Mirado ji apê wî dike, Ûsiv dibêje biraziyê min e, ew jî hunermende û li ribabê dixe.Li ser daxwaza civatê Mirado radihêje ribabê û strana Bavê Seyrê “Efsaneya Seyrê û Eliyê Mamed” dibêje. Herçiqas Ûsiv strana Bavê Seyrê xweş gotiye jî, Mirad li apê xwe zêde dike. Piştî vê civatê nav û dengê Mirad hêdî hêdî belav dibe.
Di bîst saliya xwe de bi keça apê xwe Ûsivr e dizewice û di bîst û pênc saliya xwe de li bajarê Batmanê bi cih dibe. Dengbêj Mirado ne tenê li herêma Torê, her wisa li seranserê bakurê welatê me, ji Botan bigire heta Xerzan, Diyarbekir û Serhedê delalê ber dilê hezkiriyên kilam û stranên evînî û şeran bû. Civat li dora wî digeriya. Herwiha ji bo dawetan diçû bajar û metrepolên Tirkiyê û Kurdistanê.Wekî ku Kurd jî dibêjin dengê Miradê Kinê weke zengilê ji cam e.Her dera ku diçûyê gel xwe digihand Mirado ji bo ku li dengê wî guhdar bike û heke bikaribin kaseteke xwe li ber dengê wî bigirin.Êdî Miradê Kinê di lîteratûra folklor, hunera Kurdî û dengbêjiyê de wekî “Mîrê Ribabê” tê naskirin.

Stran, çîrok, şano, dîrok tev bi hevre

Mijarên kilam û lawikên Mirado şer, evîn, siruşt, veqetîn, lehengî hwd. ne. Li gel van mijarên cur bi cur, pirsgirêkên civakî û neteweyî jî di nav stranên xwe de dibêje. Dewlemendiya vegotina Mirado di navbera kilam û guhdaran û kilaman de pêwendiyek xurt daniye. Mirado bi hişmendiya xwe, agahdariya li ser dîroka Kurdan, vegotina xwe ya çîrokî teswîrên fizîkî û rûhî bandorek mezin li guhdaran hiştiye. Miradê Kinê, ne tenê kemançejenek bû ku di dawetan de li kemançê bixe, ew dengbêjekî mezin û xwedî repertuwareke fereh bû.Di repertuwara Mirado de stranên wekî Sêva Heciya, Lawikê Deqorî, Seyrê û Eliyê Mamed, Ziravê Kafirbavê, Ehmed Axa û Eyşe Xanim û hîn gelek stranên din hene. Tê gotin hejmara kasetên ku bi dengê xwe qeyd kiriye zêdeyî heştêyî ne. Deng li Kurdistanê hê jî wekî dengê Miradê Kinê peyda nebûye. Ew dengê bilind mîna çiyayê Ararat,wekî bilbil zîz û zelal, nexweşan ji nava nivînan radike ser piyan.
Di vê hunera Miradê Kinê de bes ne tenê muzîk, herwiha şano, reqs, wêje ziman û dîrok jî xwedî roleke pir girîng in. Tişta ku Miradê Kinê ji wan hunermendên din cuda dike, ew e ku Mirad di hunera xwe de rexnegirekî civakê ye. Ew çavdêriya civakê pir xurt dike û rexneyên xwe di nav stranan de dihûne. Di çanda Mitirbiyê de xaleke herî girîng jî ew e ku erotizm weke hêmayek e pirr girîng û xweşik cih digire. Mirado, derheqê bûyerên dîrokî de mirovekî agahdar û zanaye. Guhdar bi dengê ribaba wî ya bikeser di nav rastiya dîrokê de bi awayekî zindî dijîn.

Karê memûriyetê û koça dawî

Miradê Kinê di sala 1978’an de li Enqerê dibe mêvanê Wezîrê Avedaniyê Şerafettîn Elçî. Elçî, wekî stranbêj Eyşe Şan, xelatekê dide Mirado û wî jî digre memûriyeta dewletê. Mirado piştî ku du salan li Midyadê karê memûriyetê dike ji hêla cunta leşkerî ve ji bo bajarê Sêrtê tê pîşandin. Ew çar salan li Sêrtê hem karê xwe yî memuriyetê û hem jî karê mûzîkê dike.
Mirado wekî gelek kesên malbatê nexweşiya dil pê re derdikeve û ji ber wê çend caran diçe nexweşxaneyê. Bira, mam û hin xizmên wî jî ji nexweşiya dil jiyana xwe ji dest dabûn. Bijîşk jê re dibêje divê tu dev ji cixarê berde û mehekê nekşînî. Roja sî û yekê cixareberdanê di 17ê Kanûna 1984’an de seet li siyê şevê bi sînga xwe digire. Wî dibin nexweşxaneyê lê li wir hêj di xortaniya xwe de, di 41 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide û koça dawîn dike. Bi tevlîbûna gelek welatiyan cenazeyê Miradê Kinê li Sêrtê li goristana Şêxilhilo tê definkirin. BN
gora-mirade-kine-li-siirt-e

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER