Dawetên Kurdên Anatolyaya Navîn yên Reşiyan

0
407 kez

Amadekirina dawetan berê girêdayî kelecaneke mezin bû. Malbatên bûk û zavayî bi awayekî gelekî taybet dest bi hazirîyên xwe dikirin. Yek bi yek li ser her tiştî dihat fikirandin. Heta ku roja dawetê dihat, mala zava salê du-sê caran diçû serdana mala bûkê. Wek mînak; loqimê bûkê dixwarin. Di wê derheqê de, pirî caran li ber dahol û zirneyê yan jî li ber dengê teybekê li mala bûkê govend digirtin û li wir şêranî dixwarin. Pişt re loqîmê ku ji ber dima, dikirin paket û didan yên ku çûne loqimxwarine. Ji wê zêdetir, di cejnan de ji bûke re diyarî dibirin û bi wê re cejna xwe pîroz dikirin yan jî dema pezbirînê jê re hirî dibirin ku bûk pê rihela xwe dagire (ava bike). Bêguman hirî neşuştî dibû her dem. Bûkê ew bi jinên malbata xwe re li ser erxê dişuşt. Piştî ziwakirina hiriyê, hemû tiştên wek balîf, mînder, lihêf û hwd. ku divê werin tijekirin, pê dihatin tijekirin.

Berê hirî boyax jî dikirin ku pê tevnan bikin. Ji bo vê, li ber kaniya gund beroşên mezin didan ser tifikê û hirî tê de boyax dikirin. Bes av û boyax dixistin hundirê beroşan. Bi awayekî darekî hirî lê hatiye pêçandin, hêdî hêdî dixistin nav ava kel û derdixistin, heta ku ji rengê wê bawer dibûn. Kanî giring bû ji ber ku piştî boyaxkirine, hirî heta ava wê li ser zelal dibû carî dikirin. Ji karê boyaxkirina hiriyê re digotin „oreng kirin“. Hirî rengûreng dibû. Tê bîra min em, zarokên gund, li nav beroşan digeriyan û me ji xwe re ji her rengî hirî kom dikir û vedişart. Hiriya rengûreng ji bo dagirtina balîf, çêkirina galt (kilîm) û xalûcilan dihat bikaranîn.

Amadekirina rihela bûkan karekî gelekî bi zehmet û dijwar bû. Yek û yek her tişt bi dest dihat çêkirin. Pirî caran xizmên bûkê jî diketin nav amadekirina rihelê. Bi coş û herwiha ewqas jî bi tengezarî çêdikirin.

Dawet tim li piştî hasilê dihatin kirin. Digotin bila hemû kar ji dest me derkevin, em ê hingê dest pê bikin û bêguman pereyê ku wan ji hasilê digirtin jî, ji wan re lazim dibû. Mala bûkê du-sê rojan di ber hilawestina alê re, ya dihat wateya destpêkirina dawetê, bang li cîran, heval û xizmên xwe dikirin ku bê werin ser „saroqî“. Saroqî pêşkeşkirina rihela bûke ye. Ew rihela ku bi pûte hatibû amadekirin, bi awayekê pêşangehê dihat pêşkeşkirin. Cîran, heval û xizm dihatin rihelê xêr dikirin û diyariyên bi xwe re dianîn, dixistin nava wê.

 

fkoyuncuer-reşiyan

heval û xizmên xwe dikirin ku bê werin ser „saroqî“. Saroqî pêşkeşkirina rihela bûke ye. Ew rihela ku bi pûte hatibû amadekirin, bi awayekê pêşangehê dihat pêşkeşkirin. Cîran, heval û xizm dihatin rihelê xêr dikirin û diyariyên bi xwe re dianîn, dixistin nava wê.

Di roja yekem a dawetê de, rihel tê berhevkirin û buxçik (çikin) tên amadekirin. Aliyê bûkê ji malbata zavayî re yek bi yek ( ji xesî, xezûr, xwişk û birayên zavê û ji jin û mêrên wan û xal, ap, met û xaltîkên zavê re) buxçikan dadigrin. Tiştên din jî bi pûte tên pêçandin. Di roja hineyê de rihel ji mala zavayî re tê şandin.

Wexta ku li mala bûkê ew karûbar û hazirî tên kirin, mala zavayî jî ji aliyê xwe ve haziriyên xwe dike. „Bajarê bûke“ distînin û wan li odeyekê jê re bi hev da dikin. Bajar ji odeya razanê, ji dolab, ref/vîtrîn û her wiha têkberên spî (sarker, makîneya dirûtinê hwd. pêk tê. Mala zava bi awayekî pêşangehê bang li kesî nake lê dîsa jî gundî, heval û xizm diçin mala wan û li bajêr dinêrin.

Dawet bi piranî di rojeke pêncşemê de, bi hilawestina alê û „nanê bayrokê“ li mala zava dest pê dike. Berê, xwarin li mala zavayî dihat kelandin, îro pirî caran ji navçeyê tê xwestin. Dawet roja pêncşemê û înê bes li mala zavayî tê pîrozkirin. Ji bilî govend û xwarinê pir tişt nabe. Pirî caran roja înê êvarî, bûk û çend xizm û hevalên wê ji bo saetek – du saetan tên nav dawetê. Roja şemiyê tim roja hineyê bû û hîn jî wisa ye. Bûk nîvro diçe cem kuafor û pişt re li malê li hêvîya „hineciyan“ (hemû kesên ku diçin mala bûkê) disekîne. Ew derdora esrê diçin mala bûkê. Li wir govend tê girtin û şêranî tê xwarin. Berî mala zava vegere, çend jin ji bo ku dawet bi oxir be, ji mala bûkê tiştekî xwe yî biçûk wek qedeh û tepsî, didizin. Ji aliyê zava jî çend kes wê rojê li mala bûkê diman û sibetir bi bûkê re vedigeriyan mala zava.

Di roja hineyê de, herwiha rihela bûkê li erebeyan tê barkirin û çend jin pê re diçin mala zava ji bo ku wî bi cih bikin. Ji karê wan jinên ku bi rihelê re diçin mala zava re dibêjin „xanî çokme“. Ew jin ji bilî ku rihelê bi cih dikin, odeya bûkê û odeyekê jî ji xesî û xezûr re bi rihela wê dixemîlinin.

Roja şemiyê êvarî li ber mala bûkê bi coş û kelecaneke mezin hine distirên. Wê êvarê li mala bûkê keç û bûk destên xwe hine dikin û pirî caran bi bûkê re heta sibê karûbarên wê yên ku maye, digihînin dawiyê. Di roja dawiyê de, yanê roja yekşemê sibê zû bûkê dibin navçeyê ji bo ku xwe li cem kuaforekî bixemilîne û pişt re jî li cem wênekêşekî wêneyên xwe bigre. Li wir kevneşopiyek heye ku du – sê kesên ji aliyê zava û bûkê, bi wan re diçin kuafor û wênekêş. Ew kes pirî caran xwişk, xwarzî, zeyî yan jî cawiya bûk û zavayî dibin. Pişt re bûk dîsa tê mala bavê xwe û heta ku mala zava derdora nîvro tê û wê derdixe, xatirê xwe ji malbata xwe dixwaze. Berê, dema ku li şûna orkestreyan stiranbêj, dahol û zirne hebûn, wan li ber mala bûke, dema bûk jê dihat derxistin, li zaravaya bûkê dixistin. Zarava ango stran gelekî xemgîn bû û divîbû bûkê bida gîrî.

fkoyuncuer-reşiyan2

Bira yan jî biraziyên bûke li ber zavayî derî digirin û heta ew pereyên dixwazin nede wan, derî venakin û bûke bernadin. Pirî caran mala zava û zava li ber deriyê mala bûkê pir bazarên dirêj dikin. Dema ku bûk tê berdan, ew kesên pê re çûbûn kuafor jî, hevaltiya wê dikin û diçin mala zava û ger pêwîst bû, heta êvarê li wir li cem wê disekinin. Berî ku bûkê dibin mala zavayî bi erebeyan li gund û herwiha li derdora goristana gund digerin û bi awayekî serdana xizmên xwe yên mirî jî dikin û bala wan jî dikşînin ser daweta xwe. Begûman çûyina wan gelekî diajo ji ber ku zarokên gund rêya wan digirin û ji bo vekirina rêkê ji wan pere distînin.

Dema ku li ber mala zava bûk peya dibe, tepsiyek tije pereyen hûr û savar li ber lingên we dikin. Ew kevneşopiya bi pereyan û savarê nîşaneya rehmê (bereket) ye. Belavkirina wan ji bo zarokan gelekî bi coş e, ji ber ku li ber lingên bûk û zavayî li ser wan pereyan kom dikin, pev diçin. Tiştekî herî balkêş jî ew e ku bûke nabin mala xezûrê wê, lê dibin mala cîran an jî tiyê wê. Bûk heta êvarê li wir disekîne û piştî mehra mele diçe mala xezûrê xwe. Piştî ku bûkê li wê mala ew lê peya dibe, pêşî dergûşeke biçûk didin dest wê û wisa hêvî dikin ku zû zarokên wan çêbibin. Bûk ji çenteyê xwe pereyan derdixe û dide dayika dergûşe. Zava bi piranî li mala xwe li hêvîya bûkê disekine. Zarok meresê bûkê ji zava re û yê zava jî ji bûkê re dibin û wisa pere kom dikin. Herwiha balîfa bûkê jî didizin û dibin ji zava re. Heya ku ew pereyan nede wan, balîf azad nabe. Xezûr jî pereyan dide yên ku alê ji dar dadixînin. Yanê di roja dawî de gelekî pere tên belavkirin. Wê rojê bi dayîna nanê nîvro yê ku jê re „nanê bûkê“ tê gotin, êdî dawet giran giran diqede. Xizmên mala zava yên ji dûrê hatine diçin. Hin ji wan dimînin û bo paqijkirina malê alîkarî dikin.

Bûk û zava jî derdora esrê tev li hev nanê bûkê dixwin û herwiha ji bo wê sifreyê jî pêwîst e pereyan bidin û birçî nemînin. Êvarî piştî mele mehra dibire, bûk ji bo ku bi oxir be, ji mala ew tê de ye heta mala xezûrê wê misînekî tije av bi rê de li erdê dike. Berî ku cara yekem bikeve hundire mala xezûrê xwe tiliya xwe di rûn da dike û di eşka (şemûga) derî dide. Dibêjin ew ji bo rûnermiya bûkê ye. Yanê wisa dikin ku bûk rûnerm be. Bûk sibeha din gelekî zû şiyar dibe û pêşiya malê rêş dike ku cîran û nas wê bibînin. Pişt re sifreya xezûr û xesiya xwe amade dike û giran giran bi zeyî yan jî cawiyên xwe re dest bi karên din dike. Di hefteyên pêşîn de bi piranî jî di hindirê sala bûkbûnê ya yekem de, bûk divê her dem zêr û zîvên xwe bi xwe ve bike ku yên tên serdana wê, wan bibînin. Di hefteyên pêşîn de herwiha pir kes tê û çaya bûkê vedixwe. Ew kes, pêwîst in ku pereyan bixin navbera qedeh û binkê qedehê. Bûk ji wan re, ji bilî çayê sifreyeke bi şêranî jî radixe.

Di hefteyên pêşîn de, cîran û xizmên mala zava û bûkê bang li wan dikin û ji wan re nanî (nên) çêdikin û wisa wan xêr dikin. Bûk piştî du-sê rojan bi zava û çend meriyên din re ji mala wî diçe bavanên xwe. Li wir ji wan re nan tê çêkirin. Herî dawîn piştî du hefteyan bavanên bûkê bi piranî qerebalix tên malxêrkirine. Malbata bûkê ji wê re çend alavên ku bi wê lazim bin, tînin ji wan re.

Her çiqasî ew kevneşopiyên me yên êşîra reşiyan bêhempa jî bin, mixabin îro piraniya wan winda bûne. Wek mînak; ew 15 sal zêdetir e ku kes li gundan êdî boyaxkirina hiriyê nake û kes tevnan jî ranaxe. Ji wê zêdetir destrîsandin bi tevahî winda bû. Berê, di ber dawetê re destrîsandina keçikên destgirtî pîroz dikirin. Di derheqa destrîsandinê de xizm û nasên zava û bûkê diçûn mala bûkê, li wir nan û şêranî dixwarin û ji bûkê re diyariyên wek cilûberg û qûmaş dibirin. Êdî rihelên bûkan wek paketan li navçe û bajaran tên firotin. Pir ji wan tiştên destkariyê nemane mixabin. Dawet îro li şûna çar rojan bes du rojan diajon. Îcar rewşa dawetên bajaran hîn xiraptir e; dawetên bajaran êdî ne li mala zavê, lê li salonan bi pîrozkirineke sê çar saetan bidawî dibin. Herwiha êdî kes naçe odeya bûkê jî naxemîlîne.

Wekî her tiştekî ku dibe qurbana jiyana rojane ya modern, ew kevneşopiyên me yên yekta jî winda dibin û kes xweziya xwe pê nîne. Dîsa jî em ê hêvî bikin ku ew wek gelekî tiştên rojane bibin mode û ji nû ve werin ecibandin û bikaranîn.

 

Fatoş Koyuncuer

@FKoyuncuer

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER