Li Sêrtê Qeza: Wesayîta Taybet Li Serwîsa Personelan Da!

0
490 kez

Li Sêrtê nêzikê Kampusa Kezerê qezaya trafîkê qewimî. Di encama qezayê de baş bû ku tu kes brîndar nebû.

îro di demjimêr 17:00an de wesaîtek taybet gava ku ji Kezerê ber bi Misric(Kurtalan)ê ve diçû li tenişta serwîsa personelan a Zanîngeha Sêrtê da. Serwîsa personelan ku ji wesayîta bi plaqeya 80 GG 879 derbe xwarî , ji rêya Balafirgeha Sêrtê derketibû û berê xwe dabû Sêrtê. Piştî Qezayê personelên ku di serwisê de diçûn peyar bûn û ji bo wan erebeyek din hate peyda kirin.

Encama qezayê de xusareke mezin gihişte wesayîta taybet lê baş bû ku tu kes brîndar nebû. Ji ber qezayê rêya Sêrt û Misricê demekî dirêj girtî ma.

1

2 3 6

Siirttenote

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER