JI BO SALIHÊ ŞIRNEXÎ

0
333 kez

Salihê Şirnexî di stranên xwe de li tenişta gel û li hemberî dagirkerî, cerdevanî û birakujiyê, li hemberî her cure xirabiyê cihê xwe digire. Salihê Şirnexî welatparêzekî xurt û bi axa xwe ve girêdayî bû

Me di dawiya salê de Salihê Emerê Cangîr, bi navê wî yê dengbêjiyê  Salihê Şirnexî bi bi ebediyetê ve oxir kir. Salih, her çiqas tevî temenê xwe yê 75 salî û di aliyê tenduristiyê de hinek nerihetiyên xwe hebin jî sedema jiyana xwe ji destdayîna wî, dewleta tirk e. Ji ber ku dewleta tirk Silopî dorpêç kiribû, tevî giranbûyîna nexweşiya wî jî nikaribûn Salih ji malê derbixin, bigihînin nexweşxaneyê û destwerdana tenduristî pêş bixin, jiyana xwe ji dest da. Berpirsiyar dewleta tirk e.

Salihê Emerê Cangîr di 1941’an de li Şirnexê ji dayik dibe. Ne tenê zaroktiya xwe, di heman demê de ciwantî û temamiya jiyana xwe li ser axa ku ji dayîk bû derbas dike. Li vir dibe hunermend, lêkolînên xwe li ser huner û hunermendên kurd li vir dimeşîne, kilam û stranên xwe yên nemir li vê derê dinivisîne û awazê xwe dide wan kilam û stranan. Hundirê kaset û plakên xwe li vê derê diafirîne, li vê derê amade dike, tomar dike û hwd. Di dawî de li vê derê jî diçe ser dilovaniya xwe.

Bi xaka xwe ve girêdayî bû

Bi rastî jî Salihê Şirnexî welatparêzekî xurt û bi axa xwe ve girêdayî bû. Di heman demê de hunermendekî temam bû jî; di ferq û zanebûnê de bû ku ji ax û welatê xwe qut bibe, wê ji kok û maneya heyîna xwe jî qut bibe. Lewre nikare tu hunermendiyê jî bike. Di nêrîna Salih de huner, encax bi girêdayîna welêt û gel dikare pêk were. Hest û xwesteka gel encax di qirika hunermendê ku bi ax, welat û gelê xwe ve girêdayî de dikare bibe awaz. Wekî din dikare pêyvên xweş di devê kesan de derkevin lê ew qîrkirin wê nebin hestên xwestekên gel, nebin huner. Salih bi vê zanebûyînê jiya, bi têkoşînê re têkîldar bû, kilam û stran afirandin, kasêt û plak derxistin, bû hunermend û hunera xwe gihand gel.

Bi stranên xwe tevli berxwedêran bû

Salih tevî ku derfetên zêde jê re dihat dayîn jî tu car nefikirî ku li ser axa ku ji dayik bûyî qut bibe, dûr bikeve ango li deverek din bijî. Salih kesekî welatparêz û bi xaka xwe ve girêdayî bû. Tevî temenê xwe yê mezin jî ji Silopiyê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatibû dorpêçkirin de jî derneket. Li bajarê xwe, ligel gelê jiya. Heya roja xwe ya dawî jî bi keyfxweşî, bi dil germî li tenişta berxwedêrên xwesertiya demokratîk û xwerêvebirina cewherî cih girt, bi kilam û stranên xwe tevli berxwedêran bû, coş û moral da wan. Belkî di ferqa roja xwe ya dawî de be jî lê dîsa jî ji axa xwe qut nebû. Bi çi awayî li ser axa xwe jiya be, bi heman awayî lê bi şiklekî bextewar jiyana xwe jî da, çû ser dilovaniya xwe.

Bêhejmar caran hin kesan-saziyan ji bo ku wî derbasî Başûr bikin û li wir ‘bidin jiyîn’ deriyê derfetên zêde jê re vekirin. Lê çavê Salih ew derfetana qet nedîtin. Dîsa bi derfetên pir zêde xwestin ku Salih bikişînin bajarên Tirkiyeyê, Ewropayê û li wan derana bijî û ger ku karibe karê xwe yê hunerî jî li wê derê bidomîne. Gelo ger ku Salih çûbûya wan derana wê karibûya hunera xwe bidomanda? Teqez wê nikaribûya û Salih jî di ferqa vê de bû. Lewra Salih tevî pêşkêşkirina derfetên zêde çawa ku xwestina çûyîna Başûr bi pişta destê xwe dayibe milekê, heman teklîfa çûyîna Ewropayê û bajarên Tirkiyeyê jî bi pişta destê xwe dan milekê.

Bêguman Salih car caran diçû Başûr, li wê derê serdana xizmên xwe dikir û li mirovên xwe dibû mêvan. Dema ku diçû Başûr, bi rêya şevbêrk, telewîzyon û hwd. hunera xwe jî li wê derê pêşkêşî gel dikir. Heman tişt dema ku diçû bajarên Tirkiyeyê jî dikir. Li wê derê jî serlêdan dikir, ji nas, xizm û dostên xwe re şevbêrk li dar dixist, hunera xwe pêşkêş dikir û li van deverana li ser huner û hunermandan jî lêkolîn dikir. Salih tiştên ku di van lêkolînan de fêr dibû, bi nêrînên xwe yên hunerî şîrove dikir û beyî ku formê wan biguhere lê bi dengekî cûda awaze dikir.

Salihê Emerê Cangîr li Şirnexê ji dayîk bûbû, lewra jê re dihat gotin Salihê Şirnexî. Tevî vê yekê jî Salih 20 salên xwe yê dawî de li Silopiyayê niştecih bûbû û li vê derê jî koça dawî kir.

Huner û hunermendiya Salih

Salih di 12-13 saliya xwe de dest bi dengbêjî kir. Di serî de li ber destê dengbêjê heremê fêr dibû, hunera wan bi awazê xwe nemir dikir. Lê piştî demekê Salih xwest ku di hunerê de şêwe ango terzê xwe ava bike. Lewra dest bi lêkolînan kir û di encam de ne tenê wekî kesekî ku stran û kilama dixwîne di nav refê hunerê de cih bigre, ligel newa ya xwe, bi afirîneriya xwe jî di nav refên hunerê de cih girt. Kilamên wekî Sewdaliyê, Hoy Hoy Memo, Bîşenga Min, Delîl Dayê, Qulingo, Eyşanê, Hey Zalim û hwd. berhemên afirîneriya Salihê Şirnexî yên nemir in.

Salihê Şirnexî xwedî dengekî zîz û xurt ê Botanî bû. Dengbejiya Salih, dengbejiya qirika Botanê bû lê tevî vê yekê di forma bikaranîna qirika Salih de, di bin bandora taybetmendiyên dengên deştê de mayîn jî hebî. Salih di ferqa vê de hunera xwe dikir û bi heman hostatiyê stranên xwe dihûnandin û bi awazên (bi qirika) çiyayî jî distira. Ji dengê resen ê Botanî dûr nediket. Di xwendina stranan de dengê Salih dengekî pir berz û zelal bû. Stranê xwe tenê bi deng bilêv nedikir, di heman demê de xwe digîhand derûniya mirov. Stranên Salih bi naveroka xwe gelekî xurt bûn, lewra jî gelekî bi bandor bûn. Ew stranên ku me li jorê bilêv kirin, mînaka vê ne.

Dengbêj Salihê Şirnexî xwedî zanebûneke hozanî û welatparêzî bû. Pir digeriya û dixwest ku çandên Kurdistanî ji nêz ve nas bike. Li ser bûyerên ku di dîrokê de qewimîn lêkolîn dikir û li ser wan bûyeran stranên xwe çêdikir û distira. Di heman demê de, stranên dengbêjên wekî Evdalê Zêynikê û dengbêjên cuda jî bi stîlê xwe ya Botanî û xweser ji nûve şîrove dikir. Lewra Salih ne tenê hunermendekî ku stran dixwend bû, di heman demê de bi stranên xwe bûyerên ku di dîrokê de qewimî ne nûjen dikir, bi me dida nasandin û nemir dikir. Heman tişt ji bo nûjenkirina hunermendên nemir jî derbasdar e.

Muzîka kurdî xurt kir

Salihê Şirnexî di jiyana xwe ya hunermendiyê de du kaset û heşt plak tomar kirin û weşandine. Di van kaset û plakan de qederê berhemên xwe yên nemir, cih dida berhemên hunermendên nemir yên wekî Evdalê Zêynikê, Şakiro û hwd. jî. Lê tenê bi şiklê hunerê wan xwendin, dubare kirin ne, bi şêweyê xwe, bi reng û deng dayîn ê xwe. Salih bi huner û hunermendiya xwe, bi deng û awazên xwe, bi berhemên xwe muzîka kurdî xurt kir û xwe jî di nav vê de nemir kir.

Di naveroka hunera Salih de pirsgirêkên civakê heye

Şirnex, ji destpêkê heta roja îro bi Têkoşîna Azadiyê re meşiya ye. Mirov dikare bêje ku di nav bajarên Kurdistanê de ya herî zêde ji tekoşînê bandorbûyî yek jî Şirnex e, wê şaş nebe. Welatpareziya xurt, her tim li gel têkoşînê cih girtin, li hemberî tu dagirkeran serê xwe netewandiye, bêguman wekî herkesî/ê ku li vir dijî bandor kirî, li Salihê Emerê Cangir jî bandor kiriye. Salih di nav vê welatparêziya xurt de jiya û xwe tu car li dûrî wê civakê nedît. Lewre Salih li hemberî pirsgirêk û pêşketinên welêt û gel tu caran bêxem û bêhelwest nema. Dema Tevgera Azadiyê dest bi têkoşînê kir, Salih jî kêm-zêde li gel wiya cihgirtinê de xwe şûn ve neda. Bi hunera xwe tevli karê têşokînê bû.

Salih çawa li hemberî ax û welatê xwe bi hestiyar tevdigeriya, bi heman hesasbûyînê li hemberî pirsgirêkên civakî jî xwedî nerîn û helwest bû. Dixwaze bila bûyer bin, dixwaze jî bila çîrok bin, êş an jî keyfxweşiya ku di civakê de rû didan bandorî li ser Salih dikir û wî ew bandorbûyîn di hunera xwe de dida diyarkirin. Em çend mînakan dikarin li vê derê rêz kin:

Di 1992’yan de li Kurdistanê gelê kurd li hemberî dagirkeriyê serî hildida. Bajar û navçeyên Kurdistanê bi van serhildanan diçelqiyan. Bajarek jî ji wana Şirnex bû. Dewleta tirk dijî wan serihildan, bi şeklekî hovane êrişî gelê kurd kiribû, hin bajar û navçe şewitandibû, bi sedan kes li qadan qetil kiribû û bi sedan kes jî binçav kiribû. Hin kes jî di binçavan de qetilkiribû. Ji wan kesên ku di binçavan de hatî qetilkirin yek jî keça kurd a şoreşger Bîşeng Anik bû. Salih qetilkirina şoreşgera kurd Bîşeng di hunera xwe de zindî kir. Salihê Şirnexî di vê strana xwe de Bîşengê wiha dide diyarkirin:

“Erê Bîşenga min ê tu ciwan î

Tu kulîlka li ber dilê xort û van lawan î

Belê, Xwedê te navekî giran li cîhanê û tarîxê danî

Ax de rabe Bîşenga min ê tu ciwan î

Ax tu ezîza li ber dilê xort û lawan î

…”

Salih di stranên xwe yên ku li ser pirsgirêkên civakê disekine de jî naverok xurt digirt dest. Dema ku çîrokê di stranê de dihûne, bi temamî bi kûrahî digire dest û xîtabî derûniya mirovan dike. Di strana xwe ya bi navê Hoy Hoy Memo de ew bi şeklekî pir vekirî xuya dibe.

Hoy Hoy Memo stranekî gelêrî ye. Çîroka xwe di nav gelê kurd de, taybet jî li aliyê Botanê baş tê zanîn. Bêguman çîrok mirovan bandor dike, lê dema ku çîrok di destê Salih de bû stran û di awazê wî yê zîz û hestiyar de bû qêrîn, mirovan zêdetirîn bandor dike. Gotin di cih de be, pora mirovan gij dibe. Çîroka Hoy Hoy Memo wihaye:

Memo berî ku ji dayik bibe, çavê xwe li dinyayê veke, bavê Memo ji ber pirsgirêkên civakî dibe firariyê dewletê. Ji ber ku dewlet lê digere û qaçaxe, bavê Memo nikare vegere mala xwe. Li ser firarbûyîna bavê Memo re pir sal derbas dibe, Memo ji dayik dibe, hema hema zaroktiya xwe diqedîne, nûciwantiya xwe dijî. Bavê Memo piştî 15 salan rojekê, bêyî ku agahî bide vedigere mala xwe. Dema di deriyê malê de dikeve hundir, dibîne ku kesek li berê hevjîna wî de razaye. Li hemberî vê dîmenê bavê Memo xwe winda dike, har dibe. Bêyî ku ji hevjîna xwe bipirse, bê; “ew kiye”, di ber xwe de şîrove dike û dibêje “qey ew zilamekî biyaniye” û hema bi vê aciziyê xençera xwe dikişîne û wî kesê ku di hembêza hevjîna wî de radizê dikuje. Wê gavê hevjîna wî dike qêrîn û hewar û dibêje; “Hey mala te şewitiyo, ew ê te kuştî kurê te bû”. Piştî bûyerê bavê Memo dîn dibe û li çolê dikeve. Dayika Memo jî li ser cenazeyê Memo vê stranê dilorîne:

“…

Ay Hay Memo, Ebasî xweş Ebasî

Jaro lawo, Ebasî xweş Ebasî

Ay hay Memo, Kurtekê li ser kirasî

Jaro lawo Kurtekê li ser kirasî

Ay hay Memo, bav kore be rim danî

Jaro lawo serî giha perasî

…”

Bêguman çîroka Hoy Hoy Memo dema ku bû stran û bi awazê Salih gihîşt gel, nemir bû û encamên pirsgirêken civakî di çi astê de rû didin bi şeklekî vekirî hat dîtin.

Di nav stranên Salihê Şirnexî de ya herî bi nav û deng yek jî Sewdaliyê ye. Salih di Sewdaliyê de eşqê bi wêjeyek xurt bilêv dike. Ez bawerin eşqa ku di Sewdaliyê de hatî ziman, ji eşqekî cismaî zêdetir, eşqekî welatî ye. Salih di strana xwe ya nemir de eşqê wiha pênase dike:

“…

Ax hêlî yeman, yeman, yeman,

Sewdaliya mala minê yeman, bisk bitêlê yeman,

Xizim şorê yeman, enî deqê yeman, kofî kêlê yeman,

Kûviya çolê, keviya malê yeman,

Te goştê laşê min evdalê xwedê heland bi misqala û bi derheman,

Misqala goştî li ser can û cesedê min nema, yeman,

…”

Salih strana Sewdaliyê berî 35 salan straye. Bi rastî jî gelekî bandoriya xwe jî çêbûye. Tê gotin ku pêşengê Tevgera Azadiyê, çalekvanê Çaran Ferhat Kurtay jî ji Sewdaliyê pir hez kiriye. Di zîndana Amedê de jî ew stran her daye gotin û guhdar kiriye. Tê gotin ku, Ferhat Kurtay roja ku çalekiya xwe li dar bixe jî bi dengê dengbêjekî Botanî Sewdalî carekî din, cara dawî guhdar kiriye.

Salihê Şirnexî li gel wan mînakên ku me li jorê dan, gelek kilam, stran û hwd. jî afirandiye, bi newaya xwe jî ew stranan straye. Ne tenê li ser lehengiyê, evînê, êş û keyfxweşiyên civakê, di heman demê de li ser birakujiyê, li ser cerdewantiyê, xayîntiyê jî stran çêkiriye. Di stranên xwe de li tenişta gel û li hemberî dagirkeriyê, cerdewaniyê, birakujî, welhasil li hemberî her cûre xirabiyê cihê xwe digire.

Salihê Şirnexî mînakekî mezin ê hozanê welatparêz bû. Di jiyana xwe de û bi hunera xwe kesayetekî civakî, bi exlaq, bi wan nirxên şoreşa ku îro gihîştiye lûtkeya azadiyê re avabûyîn re girêdayî û welatparêz bû. Wiha jiya û wiha jî çû ser dilovaniya xwe. Ya ku em karibin li pey hozanê mezin bêjin ew e;

Oxir be, dengbêjê me yê nemir! Em ê te ji bîr nekin û bi stranên te bijîn…

 

AZADIYA WELAT / DELİL DILPÊT

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER