Li Swîsrayê xwendekarên kurd bi bawernameyên kurdî dilxweş bûn

0
511 kez

Dibistanên ziman û çanda kurdî yên li Swîsrayê bawernameyên dewreya yekem li xwendekaran belav kirin.

 

Omer Faruk Baran

Zurîx — Xwendekarên dibistanên ziman û çanda kurdî yên li Swîsreyê, bawernameyên xwe yên dewreya yekemîn a sala perwerdehiyê ya 2015-2016an ji destê mamosteyên xwe girtin. Li gorî pergala perwerdehiyê ya Swisrayê wê zarok bawernameyên xwe yên dewreya yekem ji mamosteyên xwe yên swîsrî re bibin û deqên ku ji hindekariya kurdî girtine, wê bikeve ser bawernameya wan a dibistana swisrî.

Li sê kantonên sereke Zurîx, Basel û Bernê bi dehan zarokên kurd diçin dibistanên kurdî û hînî zimanê kurdî dibin. Komeleya Hîndekariya Kurdî ya ku di sala 2008an de hatiye damezirandin û di encama xebateke bi israr de li Swîsrayê hatiye fermîkirin kursên zimanê kurdî ji bo zarokan û mezinan li dar dixe. Zarokên kurd li her sê kantonan dersên kurdî bi awayekî fermî dibînin.

fatos-koyucuer1

Xwendekarên Komeleya Hindekariya Kurdî

Rêvebira Komeleya Hindekariya Kurdî Fatoş Koyuncuer li ser komeleyê ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

Koyuncuerê got: ‘Komelaya Hîndekariya Kurdî ji sala 2008an vir ve xizmetê dide. Komele ji sala 2014an vir ve karê hîndekariya kurdî di nava sazûmana hîndekariya Swîsrayê de bi awayekî fermî li bajarên Basel, Bern û Zurîxê dike. Ji bo sala hîndekariyê ya 2015-2016an zarokên dibistanên kurdî roja çarşem û şemiyê ji destê mamosteyên xwe bawernameyên dewreya yekem girtin. Em mamoste, malbat û zarok tev kêfxweş in ku wê di bawernameyên swisrî de deqên hîndekariya kurdî jî cih bigrin û ew ê bandoreke erênî li ser deqên giştî bikin.’

fatos-koyucuer2

Koyuncuerê bal kişand ser kêmbûna hejmara xwendekarên kurdî û got: ‘Rêvebirên komeleyê ji can û dil li ber xwe didin ku zêdetir malbat zarokên xwe bişînin hîndekariya kurdî. Her çiqas dewlata Swîsrayê derfet û destekê dide zimanê kurdî jî, mixabin malbatên kurd ji wan derfetan sûd nagirin. Hejmara zarokên ku tevlî qursên komeleyê dibin nagihêje 100î. Em ji komele, sazî û rêxistinên kurdistanî hêvî dikin ku alîkarî û destekê bidin kar û xebata hîndekariya kurdî.’

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER