Koma Xwendinê Ya MIŞAR-DERê Behsa Şivanê Kurmanca Kir

0
615 kez

Koma Xwendinê ya MIŞAR-DERê ji bo dahûrandina romana edebîyata kurdî ya yekemîn li MIŞAR-DERê civîn girt. Endamên komê romana kurdî ya yekemin Şivanê Kurmanca li rêzê ve bûyer, lehenk/kes, dem, cîh şîrove kirin.

Koma Xwendinê ya MIŞAR-DERê di 31’ê rêbendanê li ser romana Firat Cewerî ya bi navê Payiza Dereng civîna xwe ya dûyemîn dê pêk bîne.

Nirxandinên Endamên Koma Xwendinê Ya MIŞAR-DERê yên li ser pirtûka Erebê Şemo  ya “Şivanê Kurmanca”

İzzettin Oktay

Ereb Şemo di pirtûka xwe ya bi navê Şivanê Kurd(Kurmanca) de bi awayekî realîst jiyana Kurdan û têkoşîna li hemberî zilma serdestan nîşanî xwendevanan dike.

Mirov dikarê vê pirtûka weke otobiyografîk hatiye nivîsîn de êş, keder, belengazî, tenêtî, xizanî û mişextîbûna gelê Kurd li hêla welatên cuda bibîne.

Pirtûka Ereb Şemo weke romana yekem ya di literatûra wêjeya Kurdî de tê ye zanîn li gelek hinek kêmasiyan ve bi awayekî serkeftî hatiye nivîsîn. Xwendevan bi rehetî û dilûcan dikare bixwîne

Yılmaz AKSU

Romana Ereb Şemo ji aliye edebiyatê ve ne cîhek giring digirê lêbelê ji bo pêşveçûna romana kurdî gavek mezin e. Roman li ser jiyana nivîskar hatiye nivîsandin.  Xêra romanê em ji xeynê jiyana nivîskar rewşa Kurdên Uris, Şoreşa Bolşevîk agahdar dibin.

Bedrettin SİĞA

Niviskar Ereb Şemo, jiyana xwe tîne ziman. Insan dema tê de dijî, gorî pêdivî û pêwistiyên demê dimeşe. Di nava astengî û zortestiyan de neçarî/mecbûrî jiyanê dertêxe pêş. Zimanê romanê ne xwerû ye, peyvên biyanî zêde ne. Nîvîsek bê şîrove ye.

-Heçî pere zehftir bidayê qesta şixûlêvî kiriye.

-Gorî xwe zilm û serdestî qebul nekiriye û hemberî wê derketiye.

-Di nava demî de fikra nû hemberî zilme derketî peş û ber xwe didin di “Firqecî”tiyê de dixebite.

Dema babê wî şivan ber pez, sê pêzen wî winda dibe û diçin ba Ûsib Begê Hesan axa, şîkayetê dikin. Ûsîb Beg sê bizinan distîne, le nadê wan, ji xwe re hiltîne. Dema dibêjin em viya hana qebûl nakin kutanê jî li wan dike. Ev gelek balkêş e.

Piştî tavahiyê êş û zehmeta Urîs e vedigere nava Kurmancan, hizmeta dewletê ya demî dertixe pêş. Yanî xizmeta dewletê dike. Ne li gorî îhtiyac û tifaqa Kurmancan xebêtiye. Hişyariya gel dernexîstiye pêş. Ev jî nîşan dide ku tişta serdestan xwestî ew aniye cih. Ne Kurdî fikriye, fermî meşaye.

Ew fikra ne ya mirovî be, dema serjî bikevê, çiqas mirovî tê de xizmet jî kiribe, fermiyet nahêlê fikr û ramanê gelî bimeşe. Ereb Şemo ji aliyê Stalîn ve tê surginkirin. Ev nişana vî qasiye. Xizmet, ba serdestan fermiyetê de mirovî napareze. Gelek ser viya hanê bisekinin, mitale bikîn.

Kamil GEÇER

Bi rasti berhema Ereb ŞEMO Şivanê Kurmanca ji bo kurda,ji bo wêjaya kurda mîledeke curebûna xwe ve jî ji bo roman nivîsên kurd weke kevirekî ya mehengê tê hesibandin. Çiqas ku hin kêmasiyê berhemê hebin jî çand û jiyana kurda weke filmekî tînê berçava bi rênîşanderiya xwe ve pêşedemê ronak dike.

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER