Di xeta ava vexwarinê ya Hîzan – Kezerê de arizeyek mezin

0
594 kez

Doh di xeta ava vexwarinê ya di navbera Hîzan û Kezerê de ji ber pûlê arizeyek mezin pêk hat. Axa ji kaş herifi û xeta avê qetiya. Xebatkarên SİSKİ’yê bi lezgînî gihatin dera ku arize pêkhatî û dest bi xebata çêkirina xetê kirin, lê ji ber şert û mercên xwezayî û hewayê xebat pir hêdî dimeşe û hîna jî arize ji holê nehatiye rakirin. Wekî tê zanîn ku ev xeta ava vexwarinê avê digihijîne navend û bajar û gundên Sêrtê.

Rêveberiya SİSKİ’yê derheqê arizeyê de agahiyek bi vî rengî da: “Tîmên me yên arizeyê bi lezgînî hewl didin ku arizeyê ji holê rakin. Lê, ji ber şert û mercên ne di desten me de dibe ku ji holê rakirina vê arizeyê qasê 2-3 rojan bigire. Ji ber vê jî hemwelatiyên me yên li Misric (Kurtalan) û Ciwanika (Kayabağlar) dijîn divê bizanin ku dibe ku av 2-3 rojan neyê û ji ber vê jî tevdîrên xwe bigirin ava vexwarinê hindik bi kar bînin.”

 

Siirtenöte

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER