Şaredariya Sêrtê Berfa Li Ser Kolanên Mezin Heland

0
667 kez

Berfa ji doh ve bênaver didome gelek rêyên navenda Sêrtê girt. Şaredariya Sêrtê jî ji bo vekirina rê hewildanên xwe bi lezgînî berdewam dike. Xebatkarên şaredariyê ji bo helandina berfê xwê li rêyan dikin û bi dozer û greydaran rê paqij dikin.

Rêvebirên Şaredariya Sêrtê hişyarî dan gele Sêrtê û gotin herçiqas ji bo ku qeşa negirê rê hatibin xwêkirin jî divê bê zanîn ji ber hewaya sar mimkûn e ku rê bi awayek veşartî qeşa bigirin û ev rewş bibe sedema qezayên trafîkê. Herwiha divê kesên ku peya derdikevin ji der ve jî pêwîst e pêlavên li gorî berfê li xwe bikin ku nekevin.

????????????????????????????????????
siirttenote

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER