Heyeta Rojava ji Cenevayê veqetiya

0
420 kez

ENQERE

Piştî ku kurd û bi giştî muxalîfên di bin baneya MSD’ê de ku ji dervayê hevdîtina Cenevreya 3 hatin hîştin, li ser vê yekê heyeta PYD û MSD’ê biryara vegera Rojava girtin. Îlham Ehmed di mijara ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de ji dervahîştina kurdan de, DYA, NY û Rûsyayê rexne kir got, “Helwesta Tirkiyeyê wekî hincet dibînin. Rexneya me ji DYA, NY û Rûsyayê re ye ku di her firsendî de dibêjin divê kurd li ser maseyê bin.”

Li Rojhilata Navîn modela ku di destpêkên salên 1900’an de kurd ji derva dihatin hîştin têk çû. Ji “Bihara Ereban” û heta niha ku bi taybetî jî li Lîbya Tunus, Misir, Iraqê û bi giştî li herêmê ku ji bo modelek nû lêgerînek dihat kirin, pergala serdest ya heyî tu çareserî pêk neanî. Li gel ku tu çareserî pêk neanîn jî îro di mijara Sûryeyê de lêgerîna model û nîzamek nû heye.

Her wiha li gel hemû lêgerînan jî ji ber ku li Sûriyeyê di çareserkirinê de hemû alî nayên muxatabgirtin çareserî pêk nayê. Civîna Cenevre 3 ku dê roja înê pêk bê, ji ber ku kurd ji derva hatin hîştin ji niha ve têk çû.

Heyeta Rojava vegeriya

Nûnerên kurdan ku ji bo civînê dewetî Cenevreyê kiribûn, lê piştre jî ji ber ku di lîsteyê de ji wan re cih nehat veqetandin, îro ji Cenevreyê veqetiyan.

Kurd li derva hatin hîştin

Der barê mijarê de Hevseroka Meclisa Sûryeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji DÎHA’yê re axivî. Ehmed da zanîn ku kurd li derva hatine hîştin û ev tişt got: “Lîsteya ku me pêşkeş kiribû lîsteyek hevpar bû. Ji vê lîsteyê tenê kurd hatin derxistin. Her wiha ne tenê PYD, kurd ji lîsteyê hatin derxistin. Ji navên din ên di lîsteyê de ne re jî dewetê takekesî hatin şandin.”

‘Hêza muxalîf a ku tenê projeya çareseriya Sûriyeyê ye ji derva hat hîştin’

Ehmet anî ziman ku piştî kurd nehatin dewetkirin endamên MSD’ê yên din jî ku ji wan re dawetên takekesî hatibû rêkirin tevlibûnê qebûl nekirin û wiha dom kir: “MSD tenê li Rojava na her wiha li Şam, Îdlîp.Hamas,Humus û Helebê bi rêxistinkiriye. Bi vê yekê ne tenê kurd her wiha hêzên hevpar ên vê rêxistinê jî ji derva hatin hîştin. Bi vî awayî çareserî jî ji dervayê vê civînê hat hîştin.”

Bicivin jî dê tu nêrînek wan a hevpar tune be

Ehmet axaftina xwe wiha domand: “Dê di wê civînê de tu çareserî pêk neyê. Dê rewşa qeyran û şer kurtir bibe. Ji xwe ji niha ve diyar e ku dê çareserî pêk neyê. Bicivin jî dê di nava komên muxalîf de nêrînek hevpar tunebe. Rewşek ku dê xirabtir be tê avakirin.”

‘Tirkiyeyê kirin hincet’

Emed daxuyand ku rewşa heyî tenê ji Tirkiyeyê naqewime lê tenê helwesta Tirkiyeyê kirin hincet û DYA, NY û Rûsya wiha rexne kir: “Em tenê Tirkiyeyê rexne nakin. Ji bo DYA û Rûsyayê jî rexneyên me hene. Ên ku digotin teqez divê kurd li ser vê masê hebin, ger ew tunebin dê çareserî pêk neyê, seknek bi biryar nîşan nedan. Der barê gel û çandan de pîvan û krîterên Netewên Yekbûyî yên cîdî hene. NY xwedî li van pîvanên xwe derneketiye. Divê NY ji bin bandora hêzên siyasî derbikeve û xwedî li pîvanên xwe derbikeve.”

Pêşniyarek çareseriyê ya bi wêrek tune ye

Ehmed da zanî k udi rewşek kut ê xwestin herêm bê dîzaynkirin de ji derva hîştina kurdan dê wan bixe rewşek jênederketin û di nirxandina xwe de ev tişt got: “Êdî kurd hêzek ku ji derva bê hîştin nîne. Tenêne Sûriye her wiha dê herêm bê destgirtin. Lê ji bo ji qeyranê derkevin tu gavekî wêrek nayê avêtin.” Ehmet DAIŞ’ê destnîşan kir û pirsa dê êdî ji vir û şûn ve van hêzan bi terorîzmê re çawa têkoşînê bidin meşandin.

‘Em nayên lîstikên siyasî’

Ehmed diyar kir ku dê êdî ji vir û şûn ve jî têkoşîna xwe berdewam bikin û di bingeha têkoşîna avakirina Sûryeya Federal ya Demokratîk de zêdetir bi cîdî û biryar tevbigerin. Ehmed ani ziman ku ji bo rewşa heyî hên hêzên navneteweyî gotine “hinek din bi sebir bin” û got: “Em pir bi sebirin. Lê tu kes nikare li ser lîstikên siyasî tu planên xwe li hemberî me bixemeriyetê”

Ehmed got ew çawa vegerin Rojava dê civînek giştî li dar bixin û li gorî rewşê pozîsyona xwe diyar bikin.

DÎHA

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER