Projeya Statkraftê ya Bendava Çetînê Hate Sekinandin

0
342 kez

Statkraft ku şîrketek mezin a Norveçê ye, projeya xwe ya li Sêrtê ku bi navê Bendava Çetînê (Çetin Barajı) sekinand. Statkraftê şerê ku li bajarên Kurdan diqewime wek sedem da nîşandan.

Projeya Bendava Çetînê ya HESê ji aliya fîrmaya damezrîner Statkraftê ve bi sedema şerê li herêmê diqewime hate rawestandin. Wekî tê zanîn ku ev fîrma ji bo 49 sal lîsansa hilberîna elektrîkê wergirtiye û ji bo vî karî jî dest bi înşaata bendavê kiriye.

Tê texmîn kirin ku dema ev proje qediya Bendava Çetînê dê salê 1100+300 GWh1 elektrîk hilberîne.  Ji ber ku zirarê dide xwezaya Botanê gelê Sêrtê yên xwezaperest dijî vê projeyê derdiketin û tim dixwestin ev proje bê betal kirin.

Projeya ku di Pêvajoya Aşitiyê de bi lezgînî dihat meşandin aniha hate diyar kirin ku ji ber şerê ku li herêmê dijwar dibe fîrmaya Norveçê Statkraft projeya xwe rawestand. û hate îddia kirin ku ji ber rawestandina projeyê ev fîrma dê bi qasê 2.1 Milyar Kronê Norveçê ango 245,5 mîlyon dolar dê bê veqetandin. Aniha di înşaata Bendava Çetînê de 1500 xebatkar dixebitin.

 

SiirttenÖte

 

 

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER