DEWLEMENDIYA FOLKLORA KURDÎ – I

 

 

 

Li gor lêkolînên min ên li ser Çanda Kurdî di van 30 salên bihurî de ku folklor jî beşek jê ye, derket holê ku dewlemedniyeke pir zêde ya Folklora Kurdî heye. Ev dewlemendî bi hêsanî nayê fêmkirin heta ku mirov xwe bernede nava şax û perên Çanda Kurdî. Ji ber ku ev malê netewî ne, kes nikare bike malê xwe, lê her kes xwediyê wan e û xwediyê bingehîn Neteweyê Kurd e.

 

Bi kurtî ger bête gotin, Folklora Kurdî nîşan û adana jiyana Çanda Kurdî ye. Îcar  em ê lê binerî ka çi di vê xizneyeya bêsînor de hene:

 

01-     Gotinên Pêşiyan:

 

Di vê şaxa folklorê de bi hezaran, bi dehê hezaran gotinên Pêşityan hene. Her gotineke pêşiyan hunerek an çend hunerên xwe yên taybet hene ku ew tev weke ders, şîret, nesîhet, bibîrhatin, bîrewerî, pêşbînî, rênîşandan û ji bo jiyana mirovan alîkarî tê de heye.

Hunera herî mezin a di Gotinên Pêşiyan de, ev e ku ew tev weke helbestan kêm-zêde bi kêş, kitejmar û qafiye hatine honandin. Ev e du mînak ji wan:

 

a)          Jin û mêr, tevr û bêr:

Ev Gotina Pêşiyan, ji şeş kiteyan hatiye honandin û qafiyeya wê jî tîpa “r”ê ye. Naveroka wê ev e: Ji bo jiyandina malbatê divê jin û mêr heta mirinê bi hev re bin û zarûkên xwe xwedî bikin, li wan sersebebî bikin, ji bo civatê bi xêr û bêr wan mezin bikin.

 

b)          Bihna dayikan, tê ji xatîkan:

Ev Gotina Pêşiyan, ji deh kiteyan hatiye honandin û qafiyeya wê tîpa “n” ye û naveroka wê jî ev e: Dema dê dimre, eger xwişka dê (xatî) hebe, ew zêdetir hogiriya xwe dide ser zarûkên ku ji xweha wê mane. Helbet zarûk jî hogiriya xwe didin serê û weke ku diya wan be mola xwe pê ve girêdidin.

 

Bi vî hawayê ku hate gotin, mirov dikare gelek mînakên wisa li virê binivîse…

                                                                           

02-     Kilam û Stiran:

Ji Folklora Kurdî beşa herî bi naverokekek xurt a mêjûyî, Kilam û Stiran in. Ev beş di Çanda Kurdî de pir dewlemend bûye, berepêş çûye, berfireh bûye û hema mirov çi bixwaze, dikare di nava wê de bibîne.

Li gor lêkolîna min, Strana Kurdî 5.000 sal berê hatiye gotin. Min ev yek, sal 2013 li Agiriyê di Festîwala Evdalê Zeynikê de jî eşkere kiriye.

Herweha dîsa li got hin belgeyên bidesketî, di serê pêşî de dema strana kurdî derketiye holê, herwekî helbestên klasîk bi kêş, nikl, kitejmar û qafiye bûye. Lê belê ev hawe di nava demê de ango bi dirêjiya sedê salan qalibê xwe wenda kiriye. Li gor baweriya min sedem jî ev bûye: Di van du hezar salên dawiyê de her ku çûye Strana Kurdî xwe di nava xelkê de belav kiriye, şax û perên xwe zêdetir kirine û dem hatiye ku êdî her dengbêjek bûye rêçek/ekolek, zanîngehek û li gor wan zagonên ku dengbêjî bi xwe afirandine, şagirdên xwe jî li wê gorê perwerde kirine û bi texlît û awaz û tewrên cuda stran bi wan dane hokirin. Li wê gorê jî stran hatine afirandin û dane afirandin.

 

Gava mirov dikeve nava stranên dengêjekî, çendî ku bi dehan stranên cuda hene lê weke kêş, nikl û awaz hema bêje tev yek mexerî ne, lê naverok cuda ne.

 

Di nêv Strana Kurdî de mêjûyeke dewlemend heye ku nivşên Sedsala Bîstî ji ber qedexetiya Zimanê Kurdî dikarin mêjûya neteweyê xwe ji naveroka wan bizanibin û şiroveya wan bikin, her tiştê ku veşartî maye derxin aziyê û bi riya Medyaya Kurdî bidin zanîn. Wek mînak:

 

“Kemalo Kemmalo lo

Kemal baavê me ye

Pozê wî doolme ye…”

 

Ev strana hanê wehşet û hovîtiya Kemalîzmê ya li ser Kurdan diyar dike.

 

Di şaxê Strana Kurdî de ev babetên cuda hene.

 

03- Dîlok

04- Bacî

05- Lawik

06- Payîzok (di karê payîzê de têne gotin)

 

Bi hêviya ku ciwanên me yên li Zanîngehan lêkolînên xwe li ser van şaxên dewlemend bikin û zêdetir şax, kat û perên cuda yên Strana Kurdî derxin holê.

 

 

Stockholm 03/ 02/ 2014

 

Zeynelabidin Zinar

pencinar.z@gmail.com